Ji bo meşa Amarayê banga tevlîbûnê

Ji bo meşa Amarayê banga tevlîbûnê

Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Rihayê Halît Yildiztekîn diyar kir ku, Riha ve Xelfetî ji pîrozbahiya Amarayê re amade ye û ew bang li hemû kurdên çareseriyê dixwazin bên Rihayê dikin. Rêxistina BDP'ê ya Êlihê ji bi heman armancê banga tevlîbûnê kir.

BDP'a Rihayê têkildarî bernameya dê di 3-4'ê nîsanê de li gundê Amarayê yê navçeya Xelfetiyê bi minasebeta rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civîna gel li dar xist. Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Riha Halît Yildiztekîn têkildarî meşa Amarayê de ji çapemeniyê re daxuyanî dan. Yildiztekîn anî ziman ku, ew weke partî piştgiriyê didin bernameya TUHAD-FED'ê û wiha got: "Di vê çarçoveyê de me xebatên xwe ber bi dawîbûn ve birin. Em xwediyê malê ne. Em li bendêne ku bi sedhezaran kes tevlî bernameyê bibin. Amadekariyên li qada mihrîcanê ya Xelfetiyê li ber dawîbûnê ne. Me 300 kes weke peywirdar diyar kirin. Dê hemû kes malevaniya me bibîne. Ji rakeftinê, xwarin, ewlehî û tendurîstiyê hemû xebatên me ber bi dawîbûnê ve diçin. 4 wekîlên me ji bo tevlî xebatan bibin îro dê bên vir."

Yildiztekîn da zanîn ku, Riha û Xelfetî ji pîrozbahiyên Amarayê re amadene û hemû kurdên çareseriyê dixwazin em dewetkî Rihayê dikin.

Rêxistina BDP'ê ya Êlihê jî bi heman armancê civîna çapemeniyê li dar xist. Endamê Meclîsa BDP'ê Nezîr Gulcan, Hevserokên Rêxistina BDP'ê yên Êlihê Rahşan Çarboga û Serdar Atalay û Serokê Rêxistina BDP'ê yê Navçeya Navendî Murat Gazîoglu tevlî civînê bûn. Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Êlihê Rahşan Çarboga diyar kir ku, 9 salin li Amarayê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin. Çarboga da zanîn ku, 3'ê nîsanê dê di demjimêr 10.00'an de li 5 nokteyan erebe rabibin û ber bi Amarayê ve derbikevin rê. Çarboga bang li hemû kesî kir ku tevlî meşa Amarayê bibin.