Ji bo Mala Desteka Perwerdeyê ya Ferzad Kemanger pêwendî

Ji bo Mala Desteka Perwerdeyê ya Ferzad Kemanger pêwendî

Li Mala Desteka Perwerdeyê ya Ferzad Kemanger, ku di bin sîwanê Şaredariya Baglarê de kar dike, dersan destpê kirin.

Mala Desteya Perwerdeyê ya Ferzad Kemanger ku beriya sê salan ji aliyê Şaredariya Baglarê ve hat vekirin, li pêwendiyeke mezin a xwendekaran rast tê. Li Mala Desteya Perwerdeyê ya Ferzad Kemanger, di serî de Kurdî dersên kompûter, wêne, ekolojî û zayendiya civakî destpê kirin. Mala Desteya Perwerdeyê ya Ferzad Kemanger ku ji 9 polên cuda pêk tê, îsal 470 xwendkaran qeyda xwe lê çê kirin. Li Mala Desteya Perwerdeyê, dê ji bo xwendekarên xwe ji bo dibistana amadeyî û zanîngehê amade dikin, îsal dersên zayendiya civakî û ekolojiyê bê dayîn.

Koordînatorê Mala Desteya Perwerdeyê ya Ferzad Kemanger Tahîr Saçakli der barê xebatên xwe yên perwerdeyê de peyivî û diyar kir ku xbatên wan ketine sala sêyemîn û got, "Ji bo kûrsên me, pêwendî her sal zêde dibe. Bi taybetî jî pêwendiya ji bo kûrsa Kurdî zêde ye. Xwendekarên me kêfxweş in ku ji ber bi Kurdî perwerdeyê dibînin. Hemû xwendekarên me yên tên dibêjin, ew dixwazin bi zimanê dayikê perwerdeyê bibînin."

Saçakli ragihand ku li gel xebatên çandî û civakî, ew dersên amadekariya ji bo dibistana amadeyî û zanîngehê jî didin û got, "Em di mijarên cuda de perwerdeyê didin xwendekarên xwe. Di nava mijarên em perwerdeya wan didin de, dersên zayendiya civakî û ekolojîk jî hene."

Mamosteyê Kurd Ferzad Kemanger ê di sala 1976'an de li gundê Afriyana yê Kamyaran a Rojhilatê Kurdistanê hat dunyayê, tevî ti delîl nebûn jî di Hezîrana 2007'an de ji aliyê Daîreya 30. a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi îdîaya "endametiya PKK û PJAK'ê" di encama darizandineke formalîte ya ji 7 deqeyan bi cezayê darvekirinê hatibû mehkûmkirin. Ferzad Kemanger li gel Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan, Şîrîn Elemhûlî û Mehdî Îslamiyan, di 9'ê Gulana 2010'an de li zîndana Evînê hatibû darvekirin.