Ji bo Lîceyê li Kadikoy û Beşîktaşê meş
Ji bo Lîceyê li Kadikoy û Beşîktaşê meş
Ji bo Lîceyê li Kadikoy û Beşîktaşê meş
Bûyera Lîceyê ku leşkeran gule barandibûn ser gunidiyên çêkirina qereqolê şeremazar dikirin û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest dabû, li Kadikoy û Beşîktaşa Stenbolê hate şermezarkirin.
Li gundê Hezana Lîceyê gundiyan boneya şermezarkirina çêkirina qereqolê çalakî lidarxistibûn û leşkeran jî girse gulebarankiribûn ser welatiyan. Di encama bûyerê de kesekî jiyana xwe ji dest dabû û gelek kes jî birîndar bûbûn. Li parkên Kadikoy û Beşîktaşê ku çalakiya berxwedana Gezî li wan deran tên berdewamkirin, di encama forumên hatine lidarxistin de biryar hate girtin ku boneya şermezarkirinê meşek bê lidarxistin.
Bi sedan kesên li Parka Yogurtçu ya Kadikoyê hatine cem hev bi sloganên "Berxwe bide Lîce, Kadikoy li pişt te ye" û "Li hemberî faşîzmê mil bidin hevdû" ber bi Qada Kadikoyê ve dest bi meşê kir. Meş bi slogana "Dewleta kujer dê hesab bide" bi dawî bû.
Li Parka Abbasaga ya Beşîktaşê jî bi sedan kes di forumeki de hatin cem hev û heta navenda Beşîktaşê meşek lidar xist. Di meşê de sloganên "Gelê Lîceyê ne tenê ye" û "Berxwe bide Lîce, Beşîktaş li pişt te ye" hatin qîrkirin. Meş bi sloganan dîsa li Parka Abbasaga bi dawî bû.