Ji bo Kurdên Ewropayê banga ‘dakevin kolanan’
Ji bo Kurdên Ewropayê banga ‘dakevin kolanan’
Ji bo Kurdên Ewropayê banga ‘dakevin kolanan’
Înîsiyatîfa Gel Kurd a Ewropayê bang li Kurdên Ewropayê kir ku ji bo ku bêdengiya hêzên navneteweyî ya li dijî êrîşên DAIŞ’ê xera bike, dakevin kolanan. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku her der Kobanê ye dem dema berxwedanê ye û hat destnîşan kirin ku divê Kurdên Ewropa jiyana xwe ya normal rawestînin û di nava serhildanan de cih bigirin.
Înîsiyatîfa Gel a Kurd a Ewropayê der barê geşedanên Kobanê de danezanek weşand û bang li Kurdên Ewropayê kirin ku derbasî xeta çalakiya radîkal bibin.
Înîsiyatîfê diyar kir ku dixwazin li Kobanê Şengalek duyemîn bidin jiyîn û got ku ji bo tehdîda li ser Kobanê rabe divê gel bikeve nava tevgerê.
Înîsiyatîfê got: “Hemû Kurdên welatparêz ên Ewropayê divê kar, dibistan û jiyana xwe ya rutîn bidin sekinandin û tevlî çalakiyan bibin û seferber bin.
DI DÎROKA KURDAN DE BERXWEDANA MEZIN
Daxuyaniya înîsiyatîfê wiha ye: “18 roj e li dijî Kobanê êrîşên dijwar pêk tên û bi pêşengiya YPG-YPJ’ê li dijî êrîşan berxwedanek mezin tê nîşandan. Dîroka berxwedana me li Kobanê kêlî bi kêlî tê jiyîn. Di şexsê Kobanê de hemû dîroka azadiya me hatiye hedefgirtin. Çeteyên ku ji faşîzma AKP’ê piştgiriyê digire, êrîşên xwe yên li ser Kobanê zêde kirine.
Berxwedana Kobanê ji niha de bûye Kobanêgrad. Li Kobanê ji bo rûmeta hemû mirovahiyê têkoşîn tê dayîn. Êrîşên li dijî Kobanê roj bi roj zêdetir dibin. Tê xwestin ku Şengalek duyemîn pêk bînin. Ji bo tehdîda li ser Kobanê rabe divê em bi hêrsek mezin tevbigerin.
DIVÊ JIYAN RAWESTE
Ji bo bêdengiya hêzên navneteweyî ya li dijî vê çeteyên çavsor xera bibe divê Her Kurd di serhildanê de cih bigire û divê ji saetê şûnde xeta çalakiya me biguhere. Divê tu kes ji derveyê têkoşînê nemîne. Divê hemû xebat bên sekinandin û gel dakeve kolanan.
Her çalakiya ku şîdetê nahundirîne rewşa û ferz e. Ji vê saetê şûnde divê tu kes li bende sazî û dezgehên fermî nemîne û tevlî berxwedanê bibe. Divê neyê jibîrkirin ku asta çalakiyeke pasîf tenê zemînê ji zêdekirina êrîşan re vedike. Dema me ya bê windakirin nemaye.
Divê hemû Kurdên Ewropa jiyana xwe ya rutîn bidin sekinandin, dibistan û karê xwe bidin rawestandin.
Divê ciwanên Kurdistanê ji bo Kobanê seferber bin û di asta herî jor de tevlîbûnê pêk bînin.”