Ji bo kujerê Sarisuluk parastin, ji bo malbatê astengî!
Ji bo kujerê Sarisuluk parastin, ji bo malbatê astengî!
Ji bo kujerê Sarisuluk parastin, ji bo malbatê astengî!
6. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê biryar da ku di dema wergirtina îfadeya polîsê bersûc a li Rihayê bi rêya telekonferansê de, li gel bersûcê doza kuştina Ethem Sarisuluk parêzer amade be. Lê belê parêzerên mexdûr dê nikaribin bikevin salonê.
Di rûniştina bihurî ya doza darizanina bersûc polîs Ahmet Şahbaz a bûyera qetilkirina Ethem Sarisuluk de dadgeyê biryar dabû ku îfadeya bersûc bi rêya telekonferansê li Rihayê were girtin.
Dadgehê di vê çarçoveyê de nivîsek fermanê ji dadgeha cezayê giran a Rihayê re şand. Di nivîsê de hat gotin, ku di dema wergirtina îfadeyê de li gel bersûc parêzerê wî jî dikare amade be.
Lê belê ji bo parêzerên malbata Sarisuluk li dageha li Rihayê amade bin, destûr nehat dayîn. Ji ber vê yekê parêzerên malbatê dê li salona dadgehê ya li Enqerê karibe bi rêya telekonferansê pirsan ji bersûc bipirse.
Parêzerê malbatê Kazim Bayraktar li dij vê biryara dadgehê derket. Parêzer Bayraktar her wiha bi daxwaznameya duyemîn re xwest dest ji biryara wergirtina îfadeya bersûc bi rêya SEGBÎS'ê were berdan. Bayraktar bibîr xist ku bersûc bi perûk û simbêl hatiye rûniştina yekemîn û ji bo bersûc dublor neşîne salona li Rihayê xwest wêneyê bejn û rûyê wî bê kişandin.