Ji bo Kobanê li Tebrîzê çalakî hat lidarxistin
Ji bo Kobanê li Tebrîzê çalakî hat lidarxistin
Ji bo Kobanê li Tebrîzê çalakî hat lidarxistin
Li bajarê Tebrîz ê Îranê bi armanca piştgiriya ji berxwedana Kobanê re bi dirûşmaya “Cîhaneke din” xwepêşandanek hat lidarxistin.
209 aktîvîstên ku di nav wan de hunermend û rewşenbîr jî hene, li Tebrîzê ji bo Kobanê çalakiyeke piştevaniyê li dar xistin. Aktîvîstên ku bi dirûşmaya, "Kobanê, cîhaneke din mimkun e” çalakî li dar xistin, daxuyaniyeke hevpar weşandin. Aktîvîstan, diyar kirin ku hêzên navneteweyî li hember hovîtiya DAIŞ bêdeng man.
Aktîvîstan diyar kirin ku gelê Kobanê bê piştgiriya biyaniyan bi wêrekî dixebitin û gotin, "Di nav pêwendiyên zad, qut, derman û çekan de tişta yekane ya xwediyê wê ne hezkirin û bawerî ye. Ji ber aşiqê jiyanê ne, mirinê bi awayekî bi rûmet hembêz dikin.”