Ji bo Kobanê li ser sînor zincîra ji doktoran

Ji bo Kobanê li ser sînor zincîra ji doktoran

Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) ji bo balê bikşîne ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî gelê Kobanê, li ser sînorê Pirsûsê ku lê nobeda berxwedanê tê girtin, zincîra ji mirovan çêkir. Sekreterê Giştî yê TTB Prof. Dr. Ozden Şener got, "Li vê derê agireke heye ku li Kobanê pêket kir û li tevahiya welêt belav bû. Ji bo em kevirekî li pira jiyanê ya li ser xeta Kobanê-Pirsûsê zêde bikin, em li vir in."

Bi sedan doktor û xwendekarên tipê yên endamên Yekîtiya Tabîbên Tirk, bi armanca şermezarkirina êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û balkişandina ser komkujiyên gengaz hatin ser sînorê Kobanê. Doktorên hatin gundê Mahser ê navçeya Pirsûsê pankartên bi nivîsa "Doktor banga aştî û jiyanê dikin", "Doktor ji bo parastina jiyanê diçin ser sînor" vekirin û heta ser sînorê Kobanê meşiyan. doktoran timî dirûşmên "Kobanê ne bi tenê ye", "Bijî Berxwedana Kobanê", "Bijî Biratiya Gelan" û "bijî Berxwedana YPG'ê" qîriyan, li vir daxuyaniyek dan.

Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Huseyîn Demîrdîzen bal kişandi ser berxwedana bersiva li êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, Sekreterê Giştî yê TTB'ê Prof. Dr. Ozden Şener jî got, "Li vê derê agireke heye ku li Kobanê pêket kir û li tevahiya welêt belav bû. Ji bo em kevirekî li pira jiyanê ya li ser xeta Kobanê-Pirsûsê zêde bikin, em li vir in."

Şener bal kişand ser çalakiyên protestoyî yên li gelek bajaran ji bo balkişandina ser êrîşên li hemberî Kobanê û destnîşan kir ku destwerdana bi şîdet û hêzeke zêde li daxwazên demokratîk, helwestek antî demokratîk e. Şener got, "Em dixwazin li vî welatî ne Serokwezîr, hiqûq cezayan diyar bike."

Dûre li ser navê TTB'ê Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban a Stenbolê Samet Menguç daxuyanî xwend. Menguş diyar kir ku êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî gelê Rojava û Kobanê her roj zêde dibin û got, "Drama mirovahiyê ya li Kobanê li pêş çavên cîhanê diqewime roj bi roj mezin dibe, çirûskên şewatê bi welatê me jî ketiye. Di xwepêşandanên bi rojane li welatê me dewam dikin de bi dehan welatiyên me mirin, bi sedan birîndar bûn, bajarên me veguherîn qada şer. Tirkiye piştî salan careke din li pêkanînên rewşa awarte rast hat."

Menguç da zanîn ku gelê Kobanê li dijî çeteyên ku ji hêzên serdest alîkariya çek, cebilxane û lojîstîkê digirin, têkoşîna rûmet û mirovahiyê dimeşîne. Menguç got, "Ji bo em nerazîbûna xwe ya li hemberî siyasetmedarên ku dixwazin welatê me bikin cîranê kujerên hov ên mîna DAIŞ'ê, em hatine Pirsûsê, em li ser sînorê Kobanê ne."

Piştî daxuyaniyê Wezîrê Tenduristiyê ya Kantona Kobanê Nahsen Ahmed jî da xuyakirin ku têkoşîna li Kobanê tê dayîn ne tenê ji bo gelê Kobanê û Rojava, ji bo tevahiya mirovahiyê tê dayîn. Ahmed ji ber desteka ji bo gelê Kobanê yê têkoşîna mirovahiyê dimeşîne, spasiyên xwe pêşkêşî doktoran kir.

Piştî axaftinan doktoran bangên xwe yê ji bo vekirina korîdora alîkariya însanî dubare kirin, piştre ber bi sînorê Rojava ve dest bi meşê kirin. Doktor li ser sînor civiyan, li vir destê hev girtin, zincîra ji mirovan çêkirin û bi qîrîna dirûşma "Bijî Berxwedana Kobanê" dawî li çalakiya xwe anîn.