Ji bo Kobanê li Erfurt greva birçîbûnê, li Weîmar meş
Ji bo Kobanê li Erfurt greva birçîbûnê, li Weîmar meş
Ji bo Kobanê li Erfurt greva birçîbûnê, li Weîmar meş
Li paytexta Eyaleta Thurîngen a Erfurt Kurdistanî û dostên wan bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobane dest bi greva birçîbûnê kirin çalakiya xwe di roja duyem de dewam kirin. Li bajarê Weîmar jî cara yekemîn meşeke Kurdan hat lidarxistin.
Kurdên li Erfurt li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Elmanya NAV-DEM di konê li gara trênê ya navend a Erfurtbi 6 kesan çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakî di roja duyemîn de rastî eleqeyeke zêde hat. Çalakvanên di greva birçîbûnê de îro tevlî meşa li Weîmar bûn.
Li bajarê dîrokî û çandî yê Elmanya cara yekemîn ku meşeke Kurdan lê pêk hat, Elmanan jî eleqeyeke zêde nîşan dan.
Dîsa li bajarê Jena ê duyemîn bajarê mezin ê Thurîngen e wê bi orrganîzasyona çepgirên Elman û derdorên demokrat roja Duşemê meşeke bi girseyî were lidarxistin.