Ji bo Îlboga yê PKK'yî konê sersaxiyê hat vedan
Ji bo Îlboga yê PKK'yî konê sersaxiyê hat vedan
Ji bo Îlboga yê PKK'yî konê sersaxiyê hat vedan
Ji bo gerîlayê PKK'ê Abdûllah Îlboga (Hoşîmîn) ê li Çiyayê Tendurekê di sala 1994'an de jiyana xwe ji dest da, konê sersaxiyê hat vedan.
Ji bo gerîlayê PKK'ê Abdûllah Îlboga (Hoşîmîn) ê di sala 1994'an de li Çiyayê Tendurekê jiyana xwe ji dest da û nasnameya wî duh hat aşkerakirin, li Taxa Mûrat a Navçeya Agirî Giyadînê konê sersaxiyê hat vedan. Bi armanca ziyaretkirina konê sersaxiyê, rêxistinên DBP û HDP ên navçeyê û gelek kes li ber avahiya DBP'ê hatin cem hev û ber bi taxa lê kon hatiye vedan ve meşiyan.
Li dû meşê, li binê konê sersaxiyê deqeyeke rêz hat girtin û piştre Serokê Rêxistina HDP'ê ya Giyadînê Cezmî Bûdak axivî. Bûdak got, "Divê di oxira welat, serxwebûn û azadiyê de berdêl were dayîn. Di şerê serxwebûnê de, em li hemberî gelek êşên giran rawestiyan. Bîranîna şehîdên me, ku nûnerên hemdem ên lehengî û egîdiyê ne, vegotina wan ji nifşên nû re, berpirsyariya herî mezin a şoreşgerî û ya herî zehmet e."
Bûdak diyar kir ku ew ê meşa xwe ya di rêya cangoriyên azadiyê de dewam bikin û got, "Rêhevalê Hoşîmîn, li gel temenê xwe yê ciwan xwedî li vê rûmetê derket û xwe gihand asta herî bilind. Di vê têkoşîna pîroz de bi hezaran şitlên me ketin nav vê axê, ji her dilop xwîna wan bi hezaran tov şîn bûn û ev şitlên şîn bûne şerê berxwedanê niha didomînin."
Bavê Îlboga Siddik Îlboga jî got, "Ez bi kurê xwe re serbilind im. Ew kurê we, şehîdê we hemûyan e. Ne tenê ew, hemû ewladên min e. Ev rêyeke pîroz û bi rûmet e. Ji bo têkoşînê divê her kes tiştekî bike. Kurê min bi vîna xwe ev rê hilbijart. Bila serê tevahiya gelê me sax be."