Ji bo Hrant Dînk bi hezaran kes li hev civiyan

Di salvegera 10. a kuştina Hrant Dînk de bi hezaran kes li hev civiyan.

Ji ber salvegera 10. a kuştina Berpirsyarê Weşana Giştî ya rojnameya Agosê rojnamevanê Ermenî Hrant Dînk, bi hezaran kes li ber avahiya TRT'ê ya li Harbiyeyê li hev civiyan. Girseya gel bi qîrîna dirûşma "Ev 10 sal in em Hrant in, edalet wê bi ser bikeve" ber bi avahiya Agosê ya li Şîşlî meşiya, ku Dînk li vê derê hatibû kuştin. Girseya gel, ku qurnefîl pê re bû, pankarta bi nivîsa "Em ê ji bîr nekin, em ê efû nekin" vekir.

Polîsên Tirk destûr nedan ku pankarta bi nivîsa "Dewlet a kujer wê hesab bide" veke. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onûr Hamzaoglû, zanyara ziman Necmiye Alpay û nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl, rêxistinên girseyî yên demokratîk, partiyên siyasî û sendîkayan tevlî bûn.

Di meşê de dowîzên bi Kurdî, Tirkî û Ermenî "Em hemû Hrant in, Em hemû Ermen in", "10 sal in em Hrant in" û "Em ê edaletê bi dest bixin" hatin hilgirtin û dirûşmên "Bijî biratiya gelan" "Dewleta kujer wê hesab bide" hatin qîrîn.

Li qadê pankarta "10 sal in em bêriya te dikin ahparig" hate daliqandin û bernameya bîranînê didome.