Ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê li Dûîsbûrgê stand hate vekirin

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê ji bo xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê li sûka semtê ya Hambûrnê stand hate vekirin.

Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê dijîn, xebatên têkildarî hilbijartina 24’ê Hezîranê didomînin.

Li sûka semtê ya Hambûrn a Dûîsbûrgê stand hate vekirin.

Standa ku saet 09:00 hate vekirin û heta 13:00’an dom kir. Piştre jî li navenda bajar stand hate vekirin.

Standa ku belavok têde hate belavkirin, banga 24’ê Hezîranê herin ser sindoqan dengê xwe bi kar bînin hate kirin.

Li aliyê din di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li semta Hambûrn a Dûîsbûrgê buro hate vekirin.