Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan

Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevditina hefteyî ya asayî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlum Dinç ji bo bi muwekilê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevditina heftane ya asayî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger ku Îdareya Girtîgeha Îmraliyê û Dozgerê Komarê yê Bûrsayê bersîva erênî bidin parêzeran, parêzer dê sibê biçin Îmraliyê.

Parêzerên Rêberê Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an de 538 roj in nikarin biçin Îmraliyê. Parêzeran heta niha 149 caran serlêdan kirin û her tim bi hinceta "Keştî xerabe ye" "Hewa nebaş e."Belgeya keştiyê tune" hate redkirin.

Duh birayê Ocalan Mehmet Ocalan çû Îmraliyê û hevdîtin pêk anî.