Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan

Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina heftane ya asayî pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlum Dînç, Rezan Sarica û Huseyin Bogatekîn, ji bo bi muvekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bîne serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger ku Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayî û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliye bersiva erênî bidin, dê parêzer sibê biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevditina heftane pêk bîne.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an heta niha (512 rojin) nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinan bikin. Parêzerên ku heta niha 142 hefte ne serlêdanê dikin, her tim bi hincetên "Kêştî xerabe ye", "Rewşa hewayî", "Kêştî di temîrê de ye" û "Kêştî ji temîrê hate lê belgeyên wê kêm in" tên redkirin û hevdîtin tên astengkirin.