Ji bo Haşim Kûtlû wê merasîmek bê lidarxistin

Ji bo Haşim Kûtlû wê li Navenda Çanda Elewiyan a Lûdwîgsbûrgê merasîmek were lidarxistin.

Hevserokê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Erdogan Yalgin, li ser wefata lêkolîner, nivîskar, helbestvan û wênevan Haşim Kûtlû daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Mamosteyê me yê hêja Haşim Kûtlû; 73 salên xwe da têkoşîna ronakbîrî û azadiyê ya gelê xwe. Li hemberî zor, zehmetî û zilmê ti carî serî netewand û bi hêvî her meşiya."

Hevserokê FEDA Yalgin da xuyakirin, ku wê ji bo oxirkirina Kûtlû roja 29'ê Nîsanê (sibe) saet di 14:00 de merasîmek bê lidarxistin û ber bi Dêrsimê ve bê oxirkirin.

Hat ragihandin, merasîm wê li navnîşana "Osterholzallee 142/1, 71636" bê lidarxistin.