Ji bo girtiyên nexweş li Enqerê 25 hezar îmze
Ji bo girtiyên nexweş li Enqerê 25 hezar îmze
Ji bo girtiyên nexweş li Enqerê 25 hezar îmze
Nûneriya TUHAD-FED'ê ya Enqerê, ji bo rakirina astengiyên li pêşiya dermankirina girtiyên nexweş û bi daxwaza serbestberdana wan, di çarçoveya kampanya federasyonê de nêzî 25 hezar îmze berhev kir.
Kampanya TUHAD-FED'ê ya li gelemperiya welêt ji bo serbestberdana girtiyên nexweş û dermankirina wan, li Enqerê rastî pêwendiyeke mezin hat. Di çarçoveya kampanya di navbera 12'ê Îlon-13'ê Cotmehê hat meşandin de, nêzî 25 hezar îmze hatin komkirin.
Nûnera TUHAD-FED a Enqerê Havva Ozcan da xuyakirin ku armanca kampanya wan dermankirina girtiyên nexweş û serbestberdana wan e. Ozcan bibîr xist ku 4 ji girtiyên nexweşên giran hînê li Girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê tên ragirtin û got, "Aliyê çepê yê Ramazan Ozalp felç bûye. Du caran ji mejiyê xwe elemiyat bû. Li ser kursiyê jiyana xwe dimeşîne. Di bin muşahade de tê ragirtin. Nikarin jiyana xwe bi tena serê xwe dewam bikin. Lê belê bi bahaneyên cuda nayên berdan. Li Ergîn Aktaş cezayê bêdawî yê girankirî hatiye birîn. Herdu destên wî nîne. Nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne. Saziya Tipa Edlî Hasan Kaçar û Salîh Tûgrûl jî 3 mehan di bin çavdêriyê de ragirt û biryar da ku divê werin dermankirin."
Ozcan ragihand ku ji bo serbestberdana girtiyên di heman rewşê de ne wan dest bi kampanyayê kirine û got, "Armanca me 20 hezar îmze bû. Me 25 hezar îmze kom kirin. Emê îmzeyên berhevkirine bidin Serokkomarî, Serokatiya Meclîsê û Wezareta Edaletê. Hêvîdarin ku dê hikûmet piştî van îmzeyan nêrîna xwe ya li girtîgehan biguherîne. Em hêvîdarin ku wê bi awayekî însanî nêzî hemû girtî û hikumxwaran bibe. Li gorî agahiyên dawî yên ji girtîgehan hatin, hînê heqaret, îşkence dewam dikin. Em weke malbatên girtiyan dixwazin dawî li vê bê anîn."
'EGER SAMÎMIYET HEBÛYA, GIRTIYÊN NEXWEŞ DIKARÎBÛN BIHATA BERDAN'
Ozcan da xuyakirin ku pakêta AKP'ê aşkera kiriye vala ye û got, "Ji xwe hêviya me ji vê pakêtê nebû. Diviyabû bi partiya ku pê re muzakere dike, hevdîtin bikira. Diviyabû nêrîna mûxalefetê jî bihata girtin. Bi hevkarî bihata amadekirin. Bi temamî bi însiyatîfa AKP'ê hat çêkirin. Dibêjin wê navê gundan lê vegerînin, lê ew ji xwe ev çend sal in ji aliyê Şaredariyan ve tên kirin. Dibêjin Hevserokatî hatiye anîn, BDP ji xwe ev dikir. AKP ji vê saetê û pê ve nikare Kurdan bixapîne. Xwedî hêza xapandinê jî nîne. Kurd ne ew dîwarê ku her kes dikare xwe ji ser biavêje. Eger alîgirê çareseriyê ne û samîmî ne, dikarîbûn girtiyên nexweş serbest berdana. Parlamenter, nûnerên gel bi salane di hundir de ne. Eger hurmet ji vîna gel re tê nîşandan, ew dikarîbûn bihata berdan. Emê heta dawiyê têkoşîna xwe dewam bikin. Heta ku TMK ranebe, tiştekî bi navê demokrasiyê nayê vî welatî."