Ji bo girtiyên nexweş di sala 2019'an de tiştek neguherî

Di sala 2019'an de pirsgirêka girtiyên nexweş dewam kir. Li girtîgehan hîn jî 1333 girtiyên nexweş hene.

Pirsgirêka girtiyên nexweş a li girtîgehan di sala 2019'an de jî nehate çareserkirin. ÎHD'ê bi wesîleya 26'ê Cotmehê Roja Mafên Nexweşan daxuyaniyek weşand. Li gorî daxuyaniya ÎHD'ê hejmara girtiyên nexweş ên li girtîgehan 1333 kes in ku rewşa 457 ji wan girane.

Seroka ÎHD'ê Şaxê Stenbolê Gulseren Yolerî der barê rewşa girtiyên nexweş a sala 2019'an axivî. Yolerî anî ziman ku ne tenê di sala 2019'an de di salên bihurî de pirsgirêkên giran derketin pêşiya girtiyên nexweş û got, "Mixabin ti ji wan pirsgirêkan bi rengekî mayinde nehatin çareserkirin. Di salên derbasbûyî de ji bo mijar ji wezaretan û meclîsê re bê ragihandin gelekî kar hatin kirin. Di encama hin helwdanan de rewşa hin mehkûman hate sererastkirin an jî çareserkirin. Mînak hin nexweşên ku ji ber nexweşiyê nikarin li girtîgehê bimînin hatin berdan, lê belê ev yek jî bi hewldaneke mezin a ji bo mehkûmekî hate kirin. Halbûkî ev pirsgirêk bi sîstemeke wekhev a ji bo mehkûm û girtiyan hemûyan dikare bê çareserkirin."

Yolerî her wiha diyar kir ku Wezareta Edaletê agahiyên der barê girtiyên nexweş sala dawî eşkere nekiriye û ragihand ku bi dehan girtiyên nexweş hene ku ew navê wan jî nizanin.

Seroka ÎHD'ê ya Stenbolê Yolerî destnîşan kir ku revîre yek ji pirsgirêkên sereke yên tenduristiyê yên li girtîgehane û anî ziman ku li gleek girtîgehan tenê doktorek li revîre heye. Yolerî diyar kir ku ji giliyên hatin kirin ew hîn bûn ku sewqkirina ji bo nexweşxaneyê tenê mehê carekê tê kirin û got, "Ev pêkanîn bêyî ku li nexweşiya wî şexsî binerin dikin. Lewma mirovekî bi nexweşiyeke giran ketibe û divê teşhîsa wê neyê dereng xistin, bi vê nêzîkatiyê di nava mirinê de tê hiştin. Zarokekî ku serî li komeleya me da ji ber êşa qirik, bêhalî diçe revîre. Lê belê li revîre jê re dibêjin ku tenê ji ber sermayê nexweş ketiye. Dema ku zarok israr dike ku diêşe, hingî jê re dibêjin 'ji bo balê bikişîne ser xwe vê dike'. Di encamê de em hîn bûn ku ew zarok bi Losemî ketiye û mixabin ji ber ku tedawî nebû jiyana xwe ji dest da. Bi mehan teşhîs kirin, piştî ku teşhîs kirin ew nebirin nexweşxaneyê, li qoxûşeke nexweşxaneyê geriyan, ji bo wê jî ew sekinandin..."

Yolerî destnîşan kir ku yek ji pirsgirêkên giran ên girtiyên nexweş jî mûayenekkirina bi kelepçeyan û servîsên rîngê ye ku mîna hucreyê ne. Yolerî got, "Divê doktor mûayeneya bi kelepçeyan ji aliyê tipî ve qebûl nekin. Lê mixabin doktor di vê mijarê de bi berpirsyarî tevnagerin. Di dema mûayenekiirna hin girtiyên jin de jenderme naxwazin derkevin derve."

Yolerî anî ziman ku di dema veguhastina nexweşxaneyê de girtiyên nexweş ên nexweşiyên dil, astim û yên astengdar in divê bi ambûlansê bên veguhastin û got, "Lê belê nexweş bi wesayitên rîngê dibin nexweşxaneyê. Wesayitên rîngê ku ku mîna hucreyê ne ji bo veguhastina nexweşan ne raste. Mînak, ew nexweş heta dema randewûyê tên rawestandin. Dema karê yekî qediya, heta yên din hemû mûayene bibin ew neçar tê hiştin ku bê rawestandin."

Yolerî ragihand ku pirsgirêk berfireh in û divê tavilê hejmara doktorên li girtîgehan bê zêdekirin, revîreyên girtîgehan û nexweşxane hîn bêhtir bi derfetên tedawîkirinê bin.