Ji bo girtiyên KESK'î çalakiya birçîbûnê

Ji bo girtiyên KESK'î çalakiya birçîbûnê

Endamên Eniya Kedkarên Cemawerî, ji bo berdana girtiyên KESK'î dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. 

Endamên Eniya Kedkarên Cemawerî (KEC), ji bo serbest berdana endamên Konfederasyona Sendîqayên Kedkarên Cemawerî (KESK) li Kolana Yukselê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya du rojan kirin. Endamên KEC beriya çalakiyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de panqarta "Ji kedkarên şoreşger ên xwedî li mafên xwe ya berxwedanê, rêxistinbûnê û ewlehiya kar derdikevin re azadî dixwazin. Bila girtiyên KESK'î serbest bên berdan" û wêneyên endamên KESK'ê yên girtî hatin vekirin. Li ser navê endamên KEC'ê ku pêşmalkên li ser wan "Bila girtiyên KESK'î serbest bên berdan", "Tevlîbûna daxuyaniya çapemeniyê ne sûc e", "Beşdarbûna konsera Grup Yorum ne sûc e" hatine nivisandin û diruşmeya "Em edalet dixwazin" avêtin, Emre Kesîkkale daxuyanî da. 

Kesîkkale, diyar kir ku AKP'ê ya endamên KEC'ê ji ber sendîqavaniya şoreşgerî dikin hedef girtiye û got: "Eger em îro li pêşiya pêkûtiyên li ser kedkarên cemawerî nebin asteng dê sibê ev êrîş zêde bibe. Kedkarên cemawerî, dê bi karkerên taşeronê yên tu ewlehiya wan tune ye re bikeve heman statuyê. Eger em xwedî li mafên xwe yên bi dest xistiye dernekevin, li gaspkirinê re bêdeng bimînin dê sibê karekî me yê ku em lê xwedî derkevin jî nemîne. An em dê bi hev re ji bo hemû mafên xwe birêxistin bibin û têbikoşin an jî perçe bibin, cuda bibin û bibin karmendên ku li mafê xwe nagerin." Kesîkkale, daxuyaniya xwe bi daxwaza serbest berdana girtiyên KESK'î bi dawî kir. 

Piştî daxuyaniyê endamên KEC'ê, ji bo serbestberdana hevalên xwe yên girtî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya du rojan kir. Dê çalakiya birçîbûnê sibê di saet 16.00'an de bi dawî bibe.