Ji bo gerîlayê HPG'ê Gezgor ê li Kerkûkê jiyana xwe ji dest da mewlûd
Ji bo gerîlayê HPG'ê Gezgor ê li Kerkûkê jiyana xwe ji dest da mewlûd
Ji bo gerîlayê HPG'ê Gezgor ê li Kerkûkê jiyana xwe ji dest da mewlûd
Ji bo gerîlayê HPG'ê Muslim Mîkaîl Kaçim (Mervan Gezgor) ê li Kerkûkê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li navçeya Riha Pirsûsê mewlûd hat dayîn.
Ji bo gerîlayê HPG'ê Muslim Mîkaîl Kaçim (Mervan Gezgor) ê di şerê hêzên HPG-Pêşmerge yê li dijî çeteyên DAIŞ'ê li Kerkûkê jiyana xwe ji dest da, li navçeya Riha Pirsûsê mewlûd hat dayîn. Di mewlûda li mala malbata Kaçim a li Taxa Aydin a navçeyê de li gel rêveberên MEYA-DER, rêveberên DBP'ê yên navçeyê, Hevşaredara Pirsûsê Zûhal Ekmez û endamên meclîsa şaredariyê girseya gel amade bû. Piştî xwendina mewlûda bi Kurdî dayika Kaçim Hacîre Kaçim axaftineke kurt kir û got, "Xwîna şehîdên me wê li erdê nemîne. Em ji şer re jî ji aştiyê re jî amade ne. Eger destê Rêber Apo dirêj kiriye lê bê vegerandin, wê demê em ê ji şer re amade bin. Bang li tevahiya gelê Kurd dikm. Em bibin yek, naxwe ev hêzên înkarê wê me qetil bikin."
Li dû axaftina dayik Kaçim, ji beşdarên mewlûdê re xwarin hat dayîn û mewlûd bi dawî bû.