Ji bo Ferhat Tûrkmen li Hanau taziye
Ji bo Ferhat Tûrkmen li Hanau taziye
Ji bo Ferhat Tûrkmen li Hanau taziye
Ferhat Tûrkmenê 19 salî ji ber nekarî zextên dewleta Elman liser malbata xwe qebûl bike, dawî li jiyana xwe anî. Ji bo Tûrkmen li navenda çand û hûnera Kurdî ya Hanau taziye hate danîn.
Malbata Tûrkmen ku ji ber şerê qirêj yê li Kurdistanê koçî Elmanya kiribûn, li Elmanya jî heman polîtikayên tundî yên wekî ya Tirkiye liser malbata Tûrkmen berdewam kirin.
Ferhat Tûrkmenê ku ji ber zext û tûndiya dewleta Elman ya liser malbata wî kete nava pirsgirêkên derûnî, dawî li jiyana xwe anî. Ji bo Ferhat Tûrkmen li navenda çand û hûnerê ya Kurd a li Hanau yê taziye hate danîn. Kurdistaniyên ku ji ber bûyerê gelek xemgîn bûn bi awayekî girseyî beşdarî taziyê bûn. Di serdanê de dayîk û bavê Tûrkmen serdanên serxweşiyê qebul kirin.
Ji saetên sibehê de nêzî 2000 kes beşdarî taziyê bûn. Di taziyêde hevserokê Meclîsa gelê Kurd a Hanau Omer Koyuncuer axaftin kirin.