Ji bo endamên ATÎK’ê bên berdan li Swêdê hewldan

Li Swêdê 20 rêxistinên civakî yên sîvîl ji bo seferatxaneyên Fransa, Elmanya, Awûstûrya û Swîsreyê yê li Stockholmê nameyek şandin û xwestin endamên ATÎK yên di vê mehê de hatin girtin bên berdan.

Di nav de Konseya Kurd a Swêdê, Federasyona Elewî ya Swêdê, Komeleya Jinan a Kurd a Amara, Komeleya Dialogê  ya Enternasyonal a Dalarna, Komeleya Jinan a Enternasyonal a ji bo Entegrasyona Goteborg, Enstîtuya  Stockholm Pomak, Komeleya Çanda Mezopotamya ya Lînkoping, Navenda Civaka Kurd a Demorkatîk a Gavle û Ciwanên Komunîst a Şoreşger a Partiya Komunîst a Swêdê jî heye 20 rêxistinên civaka sivîl ji bo seferatxaneyên Fransa, Elmanya, Awûstûrya û Swîsreyê yên Stockholmê nameyek şandin û xwestin ku endamên ATÎK’ê bên berdan.

Koma ku ligel rêxistinên civaka sivîl, nivîskar- rojnameger Kurdo Baksî, helbestkar Sebuktay Kaan, nivîskar-lêkolîner Jan-Beth Sawoce, nivîskar Fehmî Bargello, siyasetmedar Yusuf Erdem û Azad Faruk Aslan cih digirt, di nameya amade kirin de wiha gotin: “

Di 15-16’ê Nîsanê de li Elmanya, Awûstûrya, Swîsre û Fransayê bi ser malan de girtin û 11 endamên ATÎK’ê girtin. Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî yên Ewropayê bi salan li welatên cuda yên Ewropayê li dijî  nîjadperestî, dijminahiya li hember biyaniyan û ji bo mafên karker û kedkaran têkoşiya. Bi têkoşîna azadî û mafê mirovan a Tirkiyeyê re jî her tim di nav piştevaniyê de bû.

ATÎK ji ber van hewldanên xwe, tevî êrîşên hêzên paşverû yên Ewropayê, bû hedefa dewleta Tirk jî.

Hikûmeta AKP’ê ya ku her diçe otorîter dibe, mafê azadî û rêxistinbûnê asteng dike, Qanûna Ewlekariya Hundir ji parlamentoyê derbas kir û her ku dît piştgiriya raya gitşî kêm bûye, êrîşkar dibe û serî li ser operasyon û provokasyonan dide.

Li Agiriyê provokasyon pêk anî û xwest bike ser HDP’ê. Girtina endamên ATÎK’ê jî nîşan dide ku Tirkiye bi hinek welatên Ewropa re di nava hevkariyê de ye. Operasyona li dijî ATÎK’ê pêk hatiye, êrîşek li dijî azadiyane. Daxwaza me ev e ku endamên ATÎK’ê demildest bên berdan.”