Ji bo Elser ê sûîkast li Hîtler kir bîrdarî hat çêkirin

Ji bo Elser ê sûîkast li Hîtler kir bîrdarî hat çêkirin

Ji bo bîranîna Georg Elser, ku yek ji kesên sûîkast li hemberî lîderê Elmanya Nazî Adolf Hîtler kir, bîrdarî hat çêkirin. 

Di daxuyaniya Weqfa Goristana Bîrdariyê ya Qurbaniyên Nazî ya Brandenburgê de hat ragihandin, ku li Goristana Bîraniyê ya Sachsenhausen a li bakurê Berlînê, ji bo berxwedêrê Elman Johann Georg Elser ê li dijî faşîzma Nazî têkoşiya, bîrdariyek hatiye çêkirin. Bîrdarî di salvegera 75. a sûîkasta li hemberî Hîtler de, ku bê encam mabû, hat çêkirin. Li ser bîrdariyê wêneyê Elser û metneke ji bo bîranîna wî hatiye nivîsandin, hat bicihkirin.

George Elser, di 8'ê Mijdara sala 1939'an de li bar-restoranda bi navê Bürgerbräukeller a li bajarê Munchenê li dijî Hîtler sûîkasteke bombeyî kiribû, lê ji ber ku Hîtler demeke kurt beriya dema hatibû diyarkirin derket derkeve, çalakiya wî bê encam mabû.

George Elser, 35 deqe beriya teqîna bombeya bicih kiribû, bi awayekî rasthatinî li nêzî Konstanzê, di dema derbasbûna Swîsreyê de hat girtin.

Elser, ku weke "hikumxwarê taybet ê Fuhrer" hat ragirtin û îşkenceyê giran lê hat kirin, dema hêzên hevalbend û artêşa Sowyetê hema bêje temamiya Elmanya xistin destê xwe, di 9'ê Nîsana 1945'an de bi fermaneke taybet ji Berlînê hat girtin û hat kuştin.

Elser di sala 1903'an de li Hermaringen a eyaleta niha Baden-Wurttembergê ji dayik bû û di navbera salên 1928-29'an de endamê Yekîtiya Şervanên Eniya Sor (RFB) ku nîv baskê leşkerî yê Partiya Komunîst a Elmanya (KPD) bû. Elser endametiya Partiya Nazî (NSDAP) red dikir.