Ji bo Efrînê mil bi mil
‘’Divê hemû Kurdistan ji bo Efrînê li ber xwe bide. Divê mirov çalakiyên li Ewropayê kêm nebine. Çalakiyên li derveyî welêt têne kirini, bi qasî berxwedana YPG-YPJ’ê pîroz e.’’
‘’Divê hemû Kurdistan ji bo Efrînê li ber xwe bide. Divê mirov çalakiyên li Ewropayê kêm nebine. Çalakiyên li derveyî welêt têne kirini, bi qasî berxwedana YPG-YPJ’ê pîroz e.’’
Nûnerên rêxistinên Kurd, Asûr, Ermen û Elman ji bo Efrînê ya di bin dagirkeriya rejîma Tirk de banga geşkirina hevgirtinê kirin. Nûnerên saziyan gotin ji bo Efrînê ku komkujî, talan, hovîtî her ku diçe zêde dibe divê hêzên navnetewî tevbigerin û gotin, ‘Heke yekîtiyek di navbera Kurdan de çênebe li ser hemû bajarên Kurdan taloke heye.’’
EFRÎN SEMBOL E
Nûnerê Parrtiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamond Moanî.
Maonî got di mijara Efrînê de her çendî bi pesindarî behsa yekîtiya Kurdan tê kirin jî, lê mixabin di mijara helwesta partiyên Kurdan de, ên li çar parçeyan em nikarin wiha bi pesindarî behe bikin û got, ‘’Mixabin hin hêzên Kurd tenê qîma xwe bi şermezarkirina êrîşên ser Efrînê anîn û di pratîkê de ti gav neavêtin. Ev rastiyek e; hin derdorên Kurd ên ku di mijara êrîşên ser Efrînê de bêdeng man, li ber dîrokê wê hesab bidin.’’
GELÊ BAŞÛR EFRÎNÎ YE
Nûnerê Partiya Sosyalîst a Demokratîk a Kurdistanê (PSDK) Hama Rashid Doulashî:
Doulashî got parçeyên Kurdistanê li bara hev berpirsyar in û got, Rojava parçeyê herî kiçik ê Kurdistanê ye, ji bo vê jî her sê parçeyên dî divê pişta Rojava bigirin û hevgirtina çar parçeyên Kuridstanê bi bîr xist, got divê ev berpirsyarî ji bo Efrînê jî bibe.
Doulashî bi berdewamî got, ‘’Dagirkirina Efrînê tê maneya dagirkirina Kurdistanê û sereftina Efrînê tê maneya serkeftina Kurdistanê. Divê kesek cihêkariya bakur, başûr, rohilat, rojava neke, serfiraziya Efrînê ya hemû Kurdistanê ye.’’
JI BERXWEDANÊ PÊ VE RÊ NÎN E
Rêveberê Kongreya Gel a Mezopotamyayê George Aryo:
Aryo got li Rojava sîstemeke wiha heye ku her dikare bi renge xwe tê de bijî û dewleta Tirk ji bo ku ev ji bo xwe weke gefekê ditiye ketiye nav helwdana dagirkeriyê û got, ‘’Li dijî dagirkeriya Tirkiyê ji berxwedanê pê ve ti rêyeke dî nîn e.’’
Aryo li ser helwesta dinyaya Rojava ya li Rojava jî got, ‘’xwedî nêzîkatiyeke dirû ye’ û got tenê li ser zemîna berjewendiyan nêz dibin. Aryo bal kişande ser têkoşîna Kurdan a li dijî DAÎŞ’ê, diyar kir ku di vê têkoşînê de rola Kurdan sereke bû, li gel ku niha ‘bavê DAÎŞ’ê Tirkiye’ li dijî Kurdan komkujiyê dike jî ‘bêdengiya dinyayê bi yek gotinê dirûtî ye.’’
NE DEMA GOTINÊ, DEMA PRATÎKÊ YE
Hevseroka Platforma Horamê Jalane Horaman.
Horman got şerê li Efrînê berdewamiya şerê hêzên mêtinger ên sedsalekê ye, bal kişande ser hevkariya Rûsya ya bi Tirkiyê re, her wiha bêdengiya Amerîkayê destnîşan kir û û got, ‘’Ji ber sedema ku Ewropa, Rûsya û Amerîka li qadê ne xwe kerr û kor û lal dikin.’’
Horaman bal kişande ser yekîtiya Kurd a nav gel û got di nav partî û lîderên Kurdan de ev yekîtî xuya nake.
Horaman bal kişande ser siyaseta şaş a Başûrê Kurdistanê ya li ser Rojava, mînaka girtina deriyê sînor ê li ser Rojava nîşan da û got car caran derî vedikin û got ‘’Ev hişmendiyeke çawa ye? Cima car caran sînor vedkin. Divê tu sînor bi temamî ji holê rakî.’’
EM CIHÊTIYAN LI HÊLEKÊ DEYNIN
Hevberdevkê Platforma Zagrosê ya Elmanya Cemal Zareh
Hevberdevkê Platforma Zagrosê ya Elmanya Cemal Zareh jî got, ‘Heke Efrîn ji bo hemû Kurdistanê li ber xwe dide, divê hemû Kurdistan jî ji bo Efrînê li ber xwe bide. Divê mirov çalakiyên li Ewropa kêm nebine, bi qasî berxwedana YPG-YPJ pîroz e. Çalakiyên li Ewropayê rêya herî baş e ji bo vegotina berxwedana li Efrînê, ya ji bo hemû dinyayê. Dive îro hemû Kurd cihêtiyên xwe li hêlekê deynin û tevlî vê têkoşînê bibin. Dema geşkirina çalakiyan e.’’
ERDOĞAN DIXWAZE QIRKIRINA MÎNA YA ERMENAN LI SER KURDAN BIKE
Rêveberê Sendîkaya Perwerdehî û Zanistê (GEW) Süleyman Ateş got rewşa li Rojava bûye têkoşîna rûmet û namûsê ya hemû Kurdan bûye têkoşîna manûnemanê û got divê rameneke rajorî partiyan li ser Rojava çêbibe.
Ateş got sendikaya wan ji daxuyaniyên komara Tirk pir metirsîdar in, Erdoğan dixwaze qirkirineke mîna ya li ser Ermenan li ser Kurdan bike û got divê hemû derdorên şoreşger û demokrat li dijî êrîşên ser Efrînê tevbigerin.
DILÊ KURDÊN FEYLÎ BI EFRÎNÊ RE YE
Rewşenbîra Feylî Zeynep Murat jî got hewldana dagirkirina Efrînê ya ji hêla dewleta Tirk ve, ku hemû hêzên paşverû jî dane dora xwe nayê qebûlkirin û got, li dijî êrîşa ser Efrînê çar parçeyên Kurdistanê û hemû Kurdên li dîasporayê rabin ser piyan. Murat got beşek ji Kurdên Feylî li Bexdayê dijîn û got, ‘’Dixwazim vê bibêjim; dilê Kurdên Feylî yên ku li Bexdayê dijîn bi Efrînê re ye. Li Bexdayê tim ji bo Efrînê çalakî têne kirin.’’
Murat her wiha got,’’Efrîn ne tenê Efrîn e. Efrîn Kurdistan e. Yek ji sedema ketina Kerkûkê nebûna yekîyiya Kurdan e. Heke yekîtiya Kurdan heba Kerkûk nediket. Van êrîşan li Şengalê dest pê kir, bi Kobanê dom kir, piştî Kerkûkê niha hate Efrînê. Divê ev pêl li vir were birin.’’
Nûnerê Nor Zartonk ê Ewropa Sayat Tekîr jî got, ‘’Ên ku beriya niha qira Ermenan anîn niha jî qira Kurdan tînin’’, bal kişande ser têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê û got, ‘’Êm berxwedana li şengalê û Rojava ya li dijî DAÎŞ’ê ji bîr nekin. Berxwedan hebû û ev bi ser ket. Gelên ku duh li dijî barbariya DAÎŞ’ê têdikoşiyan niha jî li dijî barbariya Erdoğan têdikoşin. Çawa ku duh li dijî DAÎŞ’ê bi ser ketin niha jî wê li dijî Erdoğan bi ser bikevin.’’