Li bajarê Veronayê yê Yewnanistanê li avahiya şaredariyê ji bo Efrînê panelek hate lidarxistin. PA.D.OP, li ser navê PYD’ê Îbrahîn Muslim û berpirsê Têkiliyên Derve yê SYRIZA jî Panos Tragizis beşdar bûn.
Tragizis di panelê de axivî û got, “Ji Kurdan re dibêjin terorîst. Gelo yên ku ji bo gelê xwe şer dikin, ma dibin terorîst?”. Tragizis Ewrûpa jî rexne kir. Tragizis diyar kir ku parlementer Takis Xatzigeorgio li Parlementoya Ewrûpayê Efrîn aniye rojevê û bal kişand ser vî tiştî ku ew ê gelê Kurd wekî Kobanê li Efrînê jî azadiya xwe bi dest bixe.
‘RÊZDAR OCALAN BEŞÊN CIHÊ ANÎ BA HEV’
Îbrahîm Muslim jî diyar kir ku dewleta Tirk li Efrînê firne, nexweşxane, dibistan û depoyên avê bombe dike û destnîşan kir ku Elmanya û Rûsya jî şirîkên sûcê li Efrînê ne.
Muslim got ku, “Li Efrînê gelek ol û netewe di nava aştiyê de bi hev re dijiyan û ev tişt di cîhanê de bûbû mînak. Mîmarê vê felsefeyê jî Rêzdar Ocalan e. Ocalan beşên cihê yên civakê anî ba hev.”
PARTIYA ÇEP JI BO EFRÎNÊ PEYAM DA
Rêveberên Partiya Çep ên li herêma Uppsalayê ji bo protestokirina êrîşên dagirker ên Tirkiyeyê û ji bo piştgiriya gelê Efrînê çalakiyek li dar xist.
Rêveberên Partiya Çep diyar peyam dan ku, “Partiya Çep a herêma Upssalayê piştgiriya Kurdên li Efrînê dike û ji dewleta Tirk dixwaze ku şerê li dijî Kurdan bisekinîne û ji Efrînê derkeve.”