Ji bo Efrînê li Torino, Bolzano û Bergamo çalakî hatin kirin

Bi wesîleya Roja Efrînê ya Cîhanê li bajarên Torino, Bolzano û Bergamo yên Îtalyayê xwepêşandan hatin organîzekirin.

Li bajarê Torino, girseya gel li meydana Porta Susa Piazza XVIII Dicembre li hev civiya û dest bi meşê kir. Çalakgeran kolana Piazza Castello ji bo satekê li trafîkê girtin û piştre ji Via Pio heta ber avahiya Rai TV meşiyan. Li vir jî meşaleya bi rengê kesk, sor û zer vêxistin.

Li bajarên Bolzano û Bergamo jî çalakî hatin lidarxistin.

Li meydana herî qelebalix a Bergamoyê pankarta bi nivîsa "Efrînê biparêzin" hate vekirin daxuyanî hate dayin. Çalakgeran gotin ku wê heta dawiyê bi berxwedana bi rûmet a Efrînê re bin.

Li bajarê Bolzano jî bi sedan kes li parta stasyonê li hev civiyan û dest bi meşê kirin.

Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên "Viva Kurdistan", "Terorîst Erdoğan" hatin qîrîn.