Ji bo Efrînê li Frankfurtê meş û mîtîng hatin lidarxistin

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û qirkirina Kurdan, li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bi meş û mîtîngekê hatin şermezarkirin.

Bi sedan Kurdistanî bi pêşengiya "Platforma Êdî Bes e" li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê li hev civiyan û tevî komên çep ên Elman û Tirk heta Hauptwacheyê meşiyan.

Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Li Kurdistanê komkujî tên kirin", "Kujer Erdogan", "Bijî piştgiriya bi Efrînê re" û alên YPG û YPJ'ê hatin hildan.

Çalakgeran dirûşmên "Kujer Erdogan", "Bijî berxwedana Efrînê", "Duh Kobanê, îro Efrîn" qîriyan. Mîtînga li Hauptwacheyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.

Siyasetmedarê Kurd Akîf Garzan li mîtîngê axivî û bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kir ku li dora Efrînê li hev bicivin.

Mîtîng piştî xwendina belavokê qediya.