Ji bo Efrînê li Amerîka Latîn çalakî hatin kirin

Li Arjantînê li bajarên Buenos Aires û Cordobayê, li Paraguay, Mexica, Peru û Chileyê bi hezaran kes bi wesîleya 24'ê Adarê Efrînê ya Cîhanê meşiyan.

Di çalakiyên Buenos Aires û Cordobayê yên Arjantînê de bi sedan kes hazir bûn. Gelek saziyên  civakî û rêxistin di çalakiyan de bûn. Di çalakiyan de posterên şervana YPJ'ê Dr. Lêgerîn Çiya ku beriya bi çend rojan li Rojava şehîd bû hate hildan. Her wiha alayên YPG-YPJ’ê û postere Rêberê Gelê Kurd ê Abdullah Öcalan hatin hildan.

 

Li Mexico û Peruyê, li ber Sefaretxaneyên Tirk çalakiyên şermezarkirinê hatin kirin û danezan hatin belavkirin.

Li Paraguayê jî komîteya jinan ji bo Roja Efrînê a Cîhanê li Meydana Plaza Italyayê stand danî û belavok belav kir. Her wiha alayên tevgera jina Kurd, YPG-YPJ’ê hatin hildan û bi pankartan dîktatoriya Erdoğan hate şermezarkirin.