Komîteya Piştgiriya Efrînê ya Belçîkayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo meşa îro ya li paytexta Belçîka Brukselê banga tevlîbûnê kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "27'ê Adarê em ê li paytexta Belçîka Brukselê bi dirûşma "NATO hevparê sûcê komkujiyê yê Erdoğan e' komkujî û jenosîdên ji aliyê TC hatine kirin şermezar bikin. NATO ku li ber sûcê endamê xwe Tirkiyeyê ranebû û bêdeng ma, hevparê sûcê Tirkiyeyê ye.
NATO bi çavgirtina li dagirkirina Efrînê û komkujiyên ji aliyê endamê wê Tirkiyeyê ve hatin ikrin re, nirxên gerdûnî û mafên mirovan ên saziya xwe binpê dike. Bi vî rengî talan, komkujî û qirkirina ku TC bi çeteyên xwe DAÎŞ, El Nûsra û OSO li Efrînê kir, erê kir. Ev êrîş li dijî gelê Kurd, li dijî jiyan û yekîtiya gelan a li Rojava ye. NATO, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka bi bêdengiya xwe bûne hevparê sûcê şer ê Tirkiye û Rûsyayê."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku NATO ji êrîşa namedî, talan û hovîtiya dewleta Tirk berpirsyar e û hate bibîrxistin ku çek û balafirên ji aliyê dewleta Tirk ve tên bikaranîn ên NATO'yê ne.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li her kesî hate kirin ku ji bo şermezarkirina delweta Tirk, NATO û hemû saziyên navneteweyî yên li ber komkujiyan bêdeng in, roja 27'ê Adarê tevlî meşa mezin a li Brükselê bibin."
Di daxuyaniyê de li ser cih û dema destpêkirina meşê agahî hatin dayin:
Cihê kombûna meşvanan: Boudewijnlaan 30, 1000 Brussels
Dema kombûnê: 11:00
Dema destpêkirina meşê: 12:00