Ji bo Efrînê rabûn ser piyan

Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ên li herêma Bretegne ya Fransayê dijîn li bajarê Lorîentê ji bo êrîşên dewleta Tirk şermezar bikin û piştgirî bider Efrînê çalakiyek lidar xistin.

 Kurdistanî û dostên wan li Herêma Bretegne ya Fransayê ji bo xwedîderketina li Efrînê li Loreînte Eglîseyê saet 14:00’an li pêşiya Keretrechê kom bûn, li navenda bajarê Lorîentê meşek lidar xistin. Çalakiya ku bi dehan sazî, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî piştgirî kir, êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin. Di tevahiya meşê de pankart û posterên ku êrîşên dewleta Tirk şermezar û tehîşîr dike hatin vekirin û bi zimanên Fransî, Îngilîzî, Brotance, Kurdî û Tirkî dirûşmên mîna “Kujer Erdogan” ü “Bijî Berxwedan Efrînê” hatin qîrkirin.

Piştî meşê li navenda bajarê mîtîngek hate lidarxistin. Di çalakiyê de partiyên siyasî, sazî û rêxistinên civaka sivîl axivîn. Di axaftinan de êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin. Dîsa hate bibîrxistin ku di encama êrîşên hov ên artêşa Tirk û çeteyên wê yên nêzî du mehan dom kirin de bi sedan welatiyên sivîl hatin qetilkirin. Dîsa di serî de dibistina, mizgef, mal û cihên koçberan jî hatin bomberdûmankirin.

Dîsa sazî, rêxistin û partiyên siyasî yên tevlî çalakiyê bûn diyarkirin ku heta êrîş, qirkirin û dagirkeriya li ser gelê Kurd dom bikin wê li qadan bin. Koma Brotan a Muzîkê bi helbestên xwe piştgirî dan berxwedan Efrînê.

Navêvên sazî, sendîka û partiyên siyasî yên tevlî çalakiya xwedîderketina Efrînê bûne wiha ne:

* La Commûnate des Kûrdes de Lorîent

* L’Assocîatîon cûltûrelle des Alévîs de Lanester et dû Morbîhan

* Conseîl Démocratîqûe des Kûrdes de Rennes

* Amîtîés Kûrdes de Bretagnes

* Ûnîon Départementale CGT 56

* CGT-edûc’atîon 56

* ÛD-CNT-29

* Înterco CNT22

* SLB (syndîcat des travaîlleûrs de Bretagne)

*Ûnîon syndîcale SOLÎDAÎRES 56

* Alternatîve Lîbertaîre

* Breîzhîstance

* Collectîf de vîgîlance antîfascîste 22

* Ensemble 56

* France însoûmîse Hennebont

* France însoûmîse Pontîvy

* Groûpe lîbertaîre René Lochû

* Génératîon S, Însoûmîs dû centre fînîstère

* Însoûmîs dû pays de Lorîent

* Lîgûe des droîts de l’Homme Concarneaû

* Rîec sûr Belon

* Qûîmperlé, Noûveaû Partî Antîcapîtalîste Bretagne

* Partî Commûnîste Françaîs 56

* Ûnîon démocratîqûe Bretonne

* Vocal Bardak (Koma Muzikê ya Jinan)

* BÎR-KAR Morbîhan