Ji bo Doganê di bin çavan de hate qetilkirin taziye

Ji bo Doganê di bin çavan de hate qetilkirin taziye

Li Stenbolê ji bo Seyhan Dogana ku hêjan 13 salî li Mêrdînê di sala 1995’an de hate qetilkirin û hestiyên wî di bîrê de hatin dîtin, taziye hate danîn.

Ji aliyê YAKAY-DER’ê ve ji bo Seyhan Dogan û M.Emîn Arslan, Abdullha Olcay, Abdullah Coşkûn, Silêman Seyhan, Nedîm Akyun û Dawût Altûnkaynak ku li navçeya Kerborana Mêrdînê ve di sala 1995’an de di binçavan de hatin qetilkirin û hestiyên wan li bîrek ya gundê Bagozu hatin dîtin, taziye hate danîn.

Taziyeya li Nûnertiya Taxa Kanarya ya BDP’a Kuçukçekmeceyê hate venda, li gel Hevseroka BDP’a Stenbolê Arîfe Çinar, rêvebera BDP’a Stenbolê Gulum Bayram, Serokê YAKAY-DER’ê Welat Demîr, endamên DIYADER’ê, Dayîkên Aştiyê û gelek welatî tevlî bûn.

Li salona taziyeyê li gel wêneyên Seyhan Dogan, dayîk û bavê wê Asiye-Remezan Seyhan ku heta jiyana xwe ji dest dan li zarokê xwe geriyan hatin daliqandin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji pêşengên PKK’ê Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz hatin daliqandin.

Taziyeya ku bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo kesên di tekoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane destpêkir û destpêkê Serokê YAKAY-DER’ê Welat Demîr axivî.

Demîr anî ziman ku, 90 salan gelek êş û hovîtî bigelê Kurd dan jiyan kirin û wiha got: “Gelê Kurd li hemberî van komkujiyan rawestiya û xwe birêxistin kir. Malbatên me ên îro jî di şînê de hatine gel hev, di wan deman de li hember zilmê bêdeng neman, bûn hedefa faşîzmê.” Demîr da zanîn ku, kesên ku di salên salên 90’ê de hatin qetilkirin li pey heqîqeyê meşiyan û serê xwe li hemberî zilmê netewandin. Demîr destnîşankir ku, “Ev hovîtî feraseta fermî ya dewletê ye. Tişta dikeve ser milê me jî tekoşîna heqîqetvana bilind bikîn, xwedî li wan derbikevîn.”

Piştî Demîr Hevseroka BDP’a Stenbolê Arîfe Çinar jî axivî û balkişande ser serhildanên salên 90’ê û got: “Îro em weke gelê Kurd, eger me li Rojhilata Navîn gihabin vê rewşa siyasî bi saya zarokên gelê Kurd ên ji bo gelê xwe bêy ku du diliyê jiyan bikin canê xwe feda dikin e.”

Di dawiyê de birayê Seyhan Dogan Qedrî Dogan axivî û anî ziman ku, wan weke malbat di tekoşîna azadiya Kurd de bedelên mezin dane û diyar kir ku, “Birayê min 95’ê hate binçavkirin. Lê belê destpêka zilmê hêjan kevintire. Em bisalan li pey aqûbeta birayê xwe çûn. Dayîk û bavê min heya mirina xwe li zarokê xwe geriyan. Herî dawî beriya bimirin wesiyet kiribûn û gotibûn, eger gora birayê min bêdîtin, bila wan li rex hev veşêrin. Min jî heftiya borî gorên dayîk û bavê xwe ji Stenbolê anî, li rex birayê xwe li Kerborana Mêrdînê sipartin axê. Ti sûcê birayê min tunebû. Lê belê ew di çavê dewletê de Kurdek bû. Ji ber wê jî em rastî vê zilmê hatîn.”

Piştî axaftinan endamên DIYADER’ê dua kirin. Taziyeya ku ji bo Dogan hatiya danîn dê du rojan dom bike.