Ji bo Dêrsimê banga lezgîn

Ji bo Dêrsimê banga lezgîn

Endamên Lijneya Rêveber a Cemiyeta Dêrsîm ji Nû ve Ava Bikin bang li gelê Dêrsîmê kir ku li hemberî qedexeya ketin û derketina bajara derkevin qadan.

Lijneya Rêveber a Cemiyata Dêrsîmê ji Nû ve Ava Bike têkildarî qedexeya ketin û derketina Dêrsîmê ya ji ber vekirina "Şehîdgeha" ya li Geliyê Pilemurê ji bo endamên PKK'ê hat çêkirin pêk hatin daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelê dixwest goristana li Geliyê Pilemurê ya Dêrsîmê hatî çêkirin ziyaret bike ji aliyê polîsên AKP û leşkeran ve hate astengkirin û bajar hate dorpêçkirin û wiha hate gotin: "Hestiyên deh hezaran mirovên me yên dewletê qetil kirin li Dêrsîmê li ser axê ne. Gelê Dersîmê yê xwedî dîrok û zarokên xwe derketî ji bo zarokên xwe yên windakirin goristaneke ava kirin. Lê hikûmeta AKP'ê naxwaze malbat xwedî gorekê jî bibin."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku; "Em polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên înfazên bêdad pêk anîn, operasyonên qirkirina siyasî li dar xistin, hewldana gel bitepisîne û OHAL'ê îlan dike qebûl nakin." Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di serî de gelê Dêrsîmê, hemû Elewî divê xwedî li zarokên xwe û cihên xwe yên pîroz derkevin. Di daxuyaniyê de hate gotin divê navenda Dêrsimê û hemû navçeyên wê li hemberî qedexeya ketin û derketina bajar derkevin qadan û li hemberî zilmê serî hildin.