'Ji bo careke din zarok neyên kuştin, dibêjim NA'
Di 3. salvegera kuştina Berkîn Elvan de bav Samî Elvan ji ANF'ê re axivî û diyar kir, bi gilînameyê re hewl tê dayîn, kurê wan ê hatiye kuştin sûcdar bê nîşandan.
Di 3. salvegera kuştina Berkîn Elvan de bav Samî Elvan ji ANF'ê re axivî û diyar kir, bi gilînameyê re hewl tê dayîn, kurê wan ê hatiye kuştin sûcdar bê nîşandan.
Dayik Gulsum Elvan jî got, "Ne tenê ji bo kurê min; ji bo zarokên mîna pitika sê mehî Mîray û Cemîla a cenazeyê wê li sarincê hat girtin careke din neyên kuştin, ez dibêjim NA."
'BERKÎN LI RENGEKÎ XWEZAYÎ NEÇÛ, EW JI ME STANDIN'
Berkîn Elvan ê 15 salî, beriya niha bi 3 salan, di pêvajoya Gezî de dema ji bo kirîna nan çû Okmeydani, bi fîşeka gazê ya polîsekî li serî ket, bi giranî birîndar bû û piştî komaya 269 rojan jiyana xwe ji dest da. Bav Samî Elvan dibêje 'êşa me qet kêm nebû' û destnîşan dike, ku hê êşa wan mîna roja destpêkê teze ye. Elvan wiha daxive, "Dema mirov li paş xwe dinêrin; mirov kesên bi ecela xwe jiyana xwe ji dest didin qebûl dikin, dibêjin; li gorî qanûNên xwezayî çû. Lê ya Berkîn ne bi vî rengî ye; Berkîn bi rengekî xwezayî ji nava me neçû, ew ji me standin. Ji ber vê yekê, pêvajoya ji 16'ê Hezîranê û vir ve kêlî bi kêlî ji bîra me naçe."
Bav Elvan bibîr dixîne ku eger Berkîn sax bûya, wê di 5'ê Çileya 2017'an de bibûya 18 salî û dibêje, "Dema ku ez hevalên wî, yên di emrê wî de dibînim, ew dikeve xeyalên min. Ew jî niha weke ciwanekî leheng dikarîbû di nava me de bûya. Lê mixabin nebû, weke şitlek 15 salî di ew dilê her kesî de ma."
NAKOKIYA NAVBERA RAPORA POLÎSAN Û GILÎNAMEYÊ
Samî Elvan da xuyakirin, ku heta amadekirina gilînameyê wan gelekî li ber xwe dan, lê di mijara 'edaletê' de gavek jî nehatiye avêtin. Elvan diyar kir, tevî ku wêne û nasnameyên polîsên Berkîn kuştin diyar in jî, ji aliyê dewletê ve hatiye veşartin û da zanîn, di gilînameyê de li şûna polîs, Berlîn tê sûcdarkirin. Bav Elvan di vî warî de nakokiya navbera rapora polîsan û gilînameyê weke mînak nîşan da û got, "Di rapora emniyetê de, ku li nexweşxaneyê hat amadekirin, tê gotin; di nava eşyayên Berkîn de 7 torpîl hene. Di gilînameyê de jî dibêjin 11 heb in û sê bi sê, çar bi çar hatine bantkirin. Dinivîsînin ku di bêrîka wî de kevkanî û xarikên ji hesin hene. Ev nakokiyeke çawa ye? Li holê zarokekî hatiye kuştin heye û ew tê darizandin."
'EV DOZ DOZA HEMÛ CIVAKA TIRKIYEYÊ YE'
Samî Elvan bibîr xist, ku doz wê di 6'ê Nîsanê de dest pê bike û nerazîbûn nîşan da ku polîsekî tenê lê tê darizandin. Elvan got, "Di serî de kesê ku got 'min ferman da', divê Wezîrê Karên Hundir, Waliyê Stenbolê, Midûrê Emniyetê yê Stenbolê bên darizandin. Ev ne tenê doza malbata Berkîn Elvan e, doz hemû civaka Tirkiyeyê eleqedar dike." Elvan destnîşan kir, ku dewlet bi zanebûn polîsên kujer vedişêre.
'EV ZAROK 14 SALÎ YE, LI BER XWE BIKEVIN'
Gulsun Elvan ku mîna roja destpêkê şîna kurê xwe digire, nerazîbûn nîşanî kesên kurê wê dikin hedef, da. Dayik Elvan anî ziman, yên ku di kovarên pêkenok de kurê wê dikin hedef, bê namûs, bê şeref, bê dîn û bê îman e û got, "dibêjin wan Quran xwendine. Ez keça xoceyekî me û di Quranê de tiştekî bi vî rengî nîne. Ev zarok 14 salî ye, li ber xwe bikevin. Dema ku zarokên kêmî 18 salî navê wan li rojnameyan tê nivîsandin, dewlet ceza li rojnamevanan dibire. Lê ev dikarin bi hêsanî rabin û ji kurê min ê 14 salî re bêjin 'terorîst'."
Dayik Elvan bal kişand ser referandûmê, ku wê di 16'ê Nîsanê de pêk were û helwesteke zelal nîşan da: "Ne tenê ji bo kurê min; ji bo zarokên mîna pitika sê mehî Mîray û Cemîla a cenazeyê wê li sarincê hat girtin careke din neyên kuştin, ez dibêjim NA."
'DIVIYABÛ DOZ JI BER SÛCÊ 'KUŞTINA MIROVEKÎ BI ZANEBÛN' BIHATA VEKIRIN'
Ji parêzerên dosya Berkîn Elvan Oya Arslan jî anî ziman, ji bilî polîs Fatîh Dalgali yê niha li Wanê wezîfeyê dike, ti kes di dozê de nayên darizandin û diyar kir, dadgehê biryara tevlîbûn an jî tevlînebûna li rûniştina dozê ji Dalgali re hiştiye. Arslan darizandina kesekî bi tenê weke hewldanek ji bo girtina dosyayê bi nav kir û destnîşan kir, diviyabû doz ji sûcê 'kuştina mirovekî bi zanebûn' bihata vekirin, lê doz bi vî rengî nehat vekirin. Arslan da xuyakirin, ku ew di 6'ê Nîsanê de îtirazî vê yekê bikin.
Berkîn Elvan wê di 11'ê Adarê roja Şemiyê saet di 14:00 de li Ferîkoyê li ser gora xwe bê bîranîn. Saet di 16:00 de li Mala Cem a Okmeydani jî malbatê ji bo kurê xwe xêrê belav bike.