Ji bo çalakiya li Den Haag’ê banga tevlîbûnê
Ji bo çalakiya li Den Haag’ê banga tevlîbûnê
Ji bo çalakiya li Den Haag’ê banga tevlîbûnê
Li Ewropa çalakiyên xwedîderketina li berxwedana Kobanê û şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ dewam dikin. Wê li ber Şaredariya Bajarê Den Haag a Hollanda çalakiya kon bê lidarxistin. Ji bo çalakiya îro saet 14.00’an bê destpêkirin banga tevlîbûnê hat kirin.
Li Ewropa êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hemberî kantona Kobanê ya Rojava tên şermezarkirin. Li ber Şaredariya Den Haag a Hollanda çalakiyeke kon tê lidarxistin. Komîteya amadekar a çalakiyê li Kurdistaniyên Hollanda dijîn banga biherikin çalakiya li ber Şaredariya Den Haag tê lidarxistin kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji bo rûmeta mirovahiyê divê her kes bê vir. Em ji bo bi ruhê serhildanê xwedî li berxwedana gelê Kobanê û YPG/YPJ’ê derkevin banga tevlîbûnê dikin.”