Ji bo birîna daran bi şev bi ser ODTU’yê de girtin
Ji bo birîna daran bi şev bi ser ODTU’yê de girtin
Ji bo birîna daran bi şev bi ser ODTU’yê de girtin
Ekîba Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê şevê din di saetên dereng de ji bo çêkirina rêyan ji bo daran rabikin ketin daristana ODTU. Berxwedana ku bi mehane li dijî wê berdewam e, şevê din bi serde girtinekê de bi sedan dar hatin hilkirin.
Li gorî agahiyên ku hatine bidest xistin di saetên dereng de maşîneyê Şaredariyê bi alikariya polîs û cendermeyan înşata çêkirina rêya ya daristana ODTU ku li kampusa ODTU berdewam dike nêzî deriyê A4 herêma ku 500 metrê dikeve paş sinorên ku kampus hatine diyar kirin, bi şikandina çitan ketin hundir. Dema ekîba şaredariyê û maşîneyên hilkirina daran ketin herêma kampusê, benê ewlehiyê hate kêşan. Noqteya ku maşîneyên şaredariyê ketinê ji aliyê komyonên şaredariyê yên zibil ve derdor girtin. Xebatkarên şaredariyê jî li der dorê bi destgirtina hevdû ewlehî girtin. Rayedar jî ji karkeran re gotin ku: “Ger kesek bixwaze bikeve erazî rê nedenê. Ger pêwist bike lêxin.” Her wiha li ber deriyê ODTU A4 2 maşîneyên TOMA û bi dehan hêzên çevik yên polîsan ji bo parastina înşatê sekinî bûn. Ji bo piştgiriya ji derve ya li hember piştgiriya girseyî jî li meydana Taxa 100. Yil Tomayek hatibû bi cih kirin. Hemû rêyên înşatê hatibûn girtin. Xwendekarên ODTU jî bangewaziya kombûnê kirin. Hejmara kêm ya hemwelatiyên ku li herêmê dimînin, ji bo pêşî girtina înşatê mudaxele kirin. Piştî ku çar maşîneyên din yên hilkirina daran ketin eraziya ODTU welatî hîn hirstir bûn. Nêzî 50 kamyon ji bo çêkirina rê ketin daristana ODTU.
Li ser serdegirtina eraziyê ODTU, ji bo fêmkirina rewşa li ODTU nêzî 15 akademisyen li Tesisên Vişneyê yên ODTU civiyan. Vê carê polîsan bê ku hişarî bidin akademisyenan bi bombeyên gazê êrişî wan kirin. jinekî akademisyen ji lingê xwe birîndar bû. Kamil Kancioglu ku ew jî wê demê li gel akademisyenan bû rewş wiha anî ziman: “Di saet 9’ê de bêy ku xeberek bidin ji 40 zêdetir kamyon, greyder, makîneyên kar hatin. Çit xirekarin û ketin hindir. Niha bi sedan darên ku ez dibînim hatine derxistin. Karkerên ku di destê wan de spa heyîn li virin. Em ji bo temaşekirina buyerê kom bibîn. Bêyî ku hişarî bidin gaz avêtin. Hevalekî meya akademisyen ji lingê xwe birîndar bû. Karmendên çapemeniyê nagrin cihê bûyerê. Rojnamevanek derb kirin. Tenê TV Spî girtine cihê bûyerê.”