Ji bo Abdulkadîr Firat ê girtiyê nexweş hatin ba hev

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD a Stenbolê, bal kişandin ser rewşa Abdulkerîm Firat ê girtiyê nexweş ku ji aliyê xwe yê rastê felc e.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD a Stenbolê, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş her roja Şemiyê li Qada Galatasarayê Rûniştina F a 329’an pêk anîn. Di rûniştina wêneyên girtiyên nexweş û pankartên bi nivîsên Tirkî û Îngilîzî li ser ‘Girtiyên nexweş berdin’ hatibû nivîsîn de, daxwaza berdana girtiyê nexweş Abdulkerîm Firat ê ji aliyê xwe yê rastê felc e hate kirin.

Di çalakiyê de dirûşmên “Girtiyên nexweş berdin”, “Dermankirin maf e, nayê astengkirin” û “Mirov bi mafê xwe mirov e” hate qîrkirin. Di çalakiyê de daxuyanî ji aliyê parêzvanê mafê mirovan Hatîce Pnaran ve hate kirin.

Onaran bal kişand ku tevî rapora Koma Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Erziromê ya di derbarê Firat ku “Nikare pêwîstiyên xwe yên kesî bi cih bîne” jî Frat ji girtîgehê nayê derxistin. Her ku diçe rewşa Firat ê li Girtîgeha Tekîrdag a Hejmara 1 dimîne giran dibe. Rewşa Firat gihiştiye wê astê ku nikare pêwîstiyên xwe yên takekesî bi cihbîne.”