Ji bo Îvana festîvala 4’an

Festivala 4’an a ji bo şehîda Rojava Îvana Hoffmann li Duîsbûrgê wê bibe. Festîval îşev bi forumê dest pê dike, Şemiyê bi meş û bernameyên ser dike wê bidome.

Festîvala 4’an a ji bo şervana MLKP’ê Îvana Hoffman ku 7’ê Adara 2015’an dema ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer dikir, şehîd bûbû wê îşev pêk were.

Bi çarçoweya festîvalê êvara 6’ê Tîrmehê set 19.00’an li International Zentrum (Flachmarkt 15 Duisburg Stadtmitte) wê forumek pêk were. 7’ê Tîrmehê jî Şemiyê saet 13.00’an li Duîsbûrgê, li ber gara trênê, li Konîg Heînrîch Platzê wê meşek çêbibe. Festîval saet 14.00’an wê dest pê bike. Komên muzîkê yên Efrîkî, Elman û Kurd wê hazir bin. Ji Dîe Lînke, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, HDP’ê jî nûner wê biaxivin.

LI TIL TEMIRÊ ŞEHÎD BÛ

Hoffmann ku bavê wê ji Togo ya Efrîka û dayika wê Elman e, 1’ê Îlona 1995’an li Elmanya Emmerîchê tê dinê. Hoffmann ku zaroktiya xwe li Duîsbûrgê dest dike, êşa hemû çewisandiyan di dilê xwe de hîs dike û bi jiyana xwe ya kedkar hê di zaroktiya xwe de tevlî nav xebatên polîtîk dibe.

Îvana ya ku ji Kurditanê pir hez dike, ji ber meyla wê ya li ser sosyalîzmê, gelek salan di nav rêxistina ciwanan Young Strûggle de têdikoşe. Di nav salan de fikrên ku gihaştiyê, jiyana şoreşgerên nemir û herî dawî şoreşa Rojava bandorê lê dike. Îvana ya ku berê xwe dide Rojava, di nav eniya MLKP’ê de tevlî şoreşa Rojava dibe û bi hevrêyê xwe Coşkun Înce re, li Til Temirê şehîd dibe. Hoffmann ku bi merasîmeke cenaze ya bi debdebe li Duîsbûrgê hatî veşartin her sal heval û hevrêyên wê ji bo wê festîvalê çêdikin.