Ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re li Rêberê Gelê Kurd hat qedexekirin!

Hat zanîn ku heta 6 mehên din jî cezayê qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate birîn.

CEZAYÊ DISÎPLÎNÊ

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de di bin tecrîdeke giran de ye, ji 25'ê Adara 2021'ê heya niha tu agahî nayê girtin. Ligel vê li Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Îmraliyê 6 mehên din jî qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hat birîn.

Li gorî nûçeya Mezopotamya Ajansi’yê (MA) Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo hevdîtin pêk bê serî li Dadgeriya Înfazê ya 2'yan a Bûrsayê dan. Parêzer, piştî serlêdanê pê hesiyan ku di 3'yê Gulanê de li muwekîlê wan 6 meh cezayê hevdîtina bi parêzeran re hatiye birîn. Parêzer der barê sedema ceza de tu agahî bi dest nexistin.

Îtirazên der barê biryara navborî de hatin redkirin. Parêzer, piştî biryara qedexekirinê wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin.

Herî dawiyê di 31’ê Cotmeha 2023’yan de cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû birîn.