Ji bo 42 kesan 567 sal ceza hat xwestin

Der barê 42 kesên ji ber 1’ê Gulanê hatibûn girtin du îdianameyên cuda hatin amadekirin û di îdianameyê de bi giştî 567 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.

Li Stenbolê di 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de 42 karkerên ku xwestibûn ji Saraçxaneyê bimeşin Taksîmê, hatibû girtin û ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve du îdianameyên cuda hatin amadekirin.

Îdianameya ewil der barê 30 kesî de hat amadekirin. Der barê 30 kesî de 404 sal ceza hat xwendin.

Di îdianameya duyemîn de jî der barê 12 kesên din jî bi giştî 162 sal cezayê girtîgehê hat xwestin. Di her du îdianameyan de bi giştî ji bo 42 girtiyan 562 sal ceza hat xwestin.