Ji bo 3 zarokên mexdûrên Pozantiyê cezayê rekor!

Ji bo 3 zarokên mexdûrên Pozantiyê cezayê rekor!

Li 3 zarokên Kurd ên mexdûrên wehşeta Pozantiyê yên ku beşdarî xwepêşandana protestokirina komkujiya Roboskî û tecrîda li ser Ocalan bûne, destpêkê hatin girtin û piştre bi awayeke serbest hatin darizandin 51 sal ceza û 215 hezar TL (pereyê Tirk) ceza hate birîn. Cezayê li zarokên Kurd hatin birîn nehatin taloqkirin. Parêzer Eyup Sabrî Oncel got: “Ev yek nayê qebûlkirin” û nerazîbûn nîşan da.

Zarokên Kurd ên ku 31ê berfanbara 2011 beşdarî xwepêşandanên protestokirina komkujiya Roboskiyê û xwepêşandanên 9ê cotmehê yên protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li taxên Demîrtaş û Alsancak ên navçeya Toroslarê ya Mêrsînê bûn li rastî dozan hatin. 3 zarokên Kurd bi hincetên “endamtiya rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê”, “ziyan dane malê gelemperiyê”, “li hemberî polîs li ber xwe dane”, “Li dijî qanûna xwepêşandan û civînan rabûne” û “madeyên xeter bi wan re hebû” pêşî hatin girtin û piştre bi awayeke serbest hatin darizandin.

Ev zerokên mexdûrên hovitiya Pozantî ya ku bi tecawizkirina zarokan hatibû rojevê, bi daxwaza 130 sal cezayê girtîgehê li 2yemîn Dadgeha Zarokan a Mêrsînê hatin darizandin.

Rûniştina dojzê 27ê mijdarê pêk hat. Zarok beşdar nebûn û parêzer Eyup Sabrî Oncel amade bû. Dadgehê bi tawanbarkirinên “endamtiya rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê”, “ziyan dane malê gelemperiyê”, “li hemberî polîs li ber xwe dane”, “Li dijî qanûna xwepêşandan û civînan rabûne” û “madeyên xeter bi wan re hebû” 20 sal cezayê girtîgehê û 85 hezar TL pere ceza li zarokê bi navê S.E birî.

Her wiha, li zarokê bi navê S.D. jî 16 sal cezayê girtîgehê û 65 hezar TL pere, li H.A. jî 15 sal cezayê girtîgehê û 65 hezar cezayê pere hate birîn. Dîsa dadgehê biryar da ku zarok lêçûnên dadgehê jî bidin.

Parêzerê zarokan Eyup Sabrî Oncel nerazîbûn nîşanî vê “cezayê rekor” da û got; “Ji bo zarokan cezayeke evqas zêde nayê qebûlkirin. Ev cezayê hatiye dayîn ne li gorî pîvanên peymanên mafên zarokan û Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) ne. Em ê îtîraz bikin.”

Oncel bal kişand ku bi taybet li Mêrsînê gelek ceza li zarokên Kurd tên birîn û herî zêde zarok li Mêrsînê ceza digirin.