Ji bo 2. Roja Çalakiyan a Heskîfê ya Cîhanê bang hate kirin

Di çarçoveya 2. Roja Çalakiyan a Heskîfê ya Cîhanê de, wê roja 23'ê Îlonê li gelek cihan çalakî û xwepêşandan werin lidarxistin.

Hewldana Parastina Heskîfê, beriya niha bi demeke kin, 23'ê Îlona 2017'an weke 2. Roja Çalakiyan a Heskîfê ya Cîhanê ragihand. Di 20'ê Îlona 2015'an 1. Roja Çalakiyan a Heskîfê ya Cîhanê de li gelek bajaran çalakî hatibûn lidarxistin.

Di daxuyaniya nivîskî ya hewldanê de wiha hate gotin:

"Wê rojê, wê mirov li gelek welatan, ji bo parastina Heskîf û Geliyê Dîcleyê yên li Bakurê Kurdistanê û ji bo rabûna li ber çêkirina Bendava Ilisûyê, dakevin kolanan. Kampanyayên demeke dirêj hatin meşandin, fînansekirina Projeya Ilisûyê salên 2002 û 2009'an bi temamî, sala 2010'an jî sê caran bi rengekî demkî sekinand. Projeya Ilisûyê, ji ber ku Heskîfa 12 hezar salî ji holê radike, yek ji bendavên ku herî zêde tên rexnekirine. Rabûna li ber vê projeyê jî bûye sembola sekna li dijî projeyên bi vî rengî. Projeya Ilisûyê, wê bi qasî 136 kîlometreyî goleke çêkirî li ser Çemê Dîcleyê biafirîne. Ev proje ji texmînan jî wêdetir zerarê dide jiyanê, çand û xwezayê û sûcekî li dijî xweza û mirovahiyê ye."

Li gorî daxuyaniyê, dem û cihê çalakiyan wiha ye:

Li hemû bajaran di navbera saet 11:00-17:00 de

Bexda - Kolana Almûtanaby a Iraqê (Navend) saet: 10:00

Silêmanî - Kolana Salîm a Başûrê Kurdistanê, pêşberî Qesra Silêmanî, saet: 16:00

Roma - Îtalya Centro Scoûts, Largo dello Scoûtîsmo 1; Kombûna Neteweyî ya Aştiyê ya Îtalya, saet: 12:45

Barcelona - Katalonya (Danê nîvro li navenda bajêr)

Bîlbao - welatê Baskê, Plaza Bîrîbîlan, saet: 12:00

Brîghton - Îngilîstan, News Street, navenda bajêr, saet: 11:00 - 16:00

Cenevre -  Li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî, saet: 13:00 - 17:00

Viyana - Awûstûrya (Danê nîvro li navenda bajêr)

Frankfûrt; Haûptwache, saet: 14:00 - 16:00

Berlîn - Li pêşiya Alte Natîonalgalerîe, Bodestr./ Mûseûmsînsel, saet: 13:00 - 16:00

Hambûrg - Û-Bahn  Sternenschanze, beîm Schanzenfest, saet: 11:00 - 18:00, çalakiya bingehîn saet: 16:00

Port Townsend, Washîngton - Li navenda bajêr wê timî begere, saet: 12:00 - 14:00

BANGA JI BO ÇALAKIYAN

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Dibe ku bêyî agahiya me jê hebe li cihên din jî çalakî werin lidarxistin. Eger ji bo lidarxistina çalakiyekê hejmareke têrker a mirovan li hev necivin, her mirovek roja 23'ê Îlonê dikare bi pankartekê li cihê bajarê lê ye temsîl dike, çalakiyê lidar bixe. (Sermeselê: Save Hasankeyf! Ya jî No Ilisû Dam!) û wêneyê xwe bikişîne û ji me re bişîne. Li pêşiya çalakiyan ti sînor nîne.

23'ê Îlonê roja pêkhatina çalakiyan, wê li dijî şîrketa Bresser a Hollandayê, ku ji bo rakirin û birina berhemên Heskîfê şêwirmendiyê ji hikumeta Tirk re dike, wê kampanya îmzeyan bê destpêkirin."