Ji bo 180 hezar Kobaniyan banga alîkariya lezgîn
Ji bo 180 hezar Kobaniyan banga alîkariya lezgîn
Ji bo 180 hezar Kobaniyan banga alîkariya lezgîn
Ji 180 hezar Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê koç kirin, 48 hezar ên hatine Pirsûsê bi derfetên gel tên vehewandin. Hikûmeta ku di her kêliyêd e ji bo Kobaniyan dibêje "me hembêza xwe ji wan re vekir" bi tenê 6 hezar ji wan li konên AFAD'ê bicih kiriye. Di rapora Koordînasyona Krîzê ya Kobanê de, bi hatine zivistanê re bal hat kişandin ser pêwîstiyen lezgîn û banga seferberiyê dubare kir.
Ji 15'ê Îlonê dema destpêkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û vir ve nêzî 180 hezar Kobaniyî neçar man Kobanê biterikînin û ji van 17 hezar li wargehên ji konan ên li Pirsûsê dimînin. Li gorî rapora Koordînasyona Krîzê ya Kobanê, ji Kobaniyên neçar mane koç bikin 35 hezar li navenda Rihayê, 15 hezar li Bêrecûgê, 4 hezar li Siwêregê, 600 li Serêkaniyê, 3 hezar li Curnê Reş, 12 hezar Hewengê dimînin. Li gorî raporê li navenda navçeya Pirsûsê 20 hezar 101, li konên li navenda navçeyê 9 hezar 864 û li gundên ser bi navçeyê 17 hezar welatî li mal, kargeh, kon û depoyan dimînin. Li konên AFAD'ê yên dewletê jî bi tenê 6 hezar 100 kes dimînin.
Li bajarên din ên Kurdistanê jî, 11 hezar li Amedê, 4 hezar li Mêrdînê, 3 hezar li Meletiyê, 5 hezar 500 li Semsûrê, 4 hezar 500 li Dîlokê, hezar 800 li Antalyayê dimînin û 7 ehzar jî derbasî Başûrê kurdistanê bûne.
Di raporê de hat ragihandin, ku tevna alîkariyê ya bi pêşengiya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Rojava, ji roja destpêkirina koçberiyê û vir ve 240 qemyon barê alîkariyê gihandine Pirsûsê, 87 qemyom û TIR'ek jî piştîdestpêkirina êrîşan ji Kobanê re hatine şandin. Li gorî raporê, hejmara qemyonên alîkariyê yên di nava du salan de ji Kobanê re hatine şandin barê 840 qemyonan e.
PÊŞNIYAR
Di raporê de piştî tespîtên hatin kirin, di beşa dawî de pêşniyar hati kirin û kar û barên divê bi lezgînî werin kirin, hatin destnîşankirin. Di raporê de ev pêşniyar hatin kirin:
"-Ji bo rawstaindina DAIŞ a dixwaze Şoreşa Rojava bi xwînê bifetisîne, di serî de civata navneteweyî, divê hemû hêzên demokrasiyê bi lezgînî bikevin nava tevgerê.
-Gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwarin û stargehê yên Kobaniyên ji şer reviyane, girîng e seferber bibin. Ji ber hatina demsala zivistanê, ji bo pêwîstiyên kincên ji bo zivistanê û betaniyan, destekek xurttir ji kampanyayên alîkariyê re bên dayîn.
-Ji bo birîna rêyên veguhastinê yên DAIŞ'ê, êrîşên hewayî yên bi bandor werin kirin û hewl bê dayîn çavkaniyên malî yên DAIŞ'ê bên çikandin.
-Ji bo gihandina alîkariyên însanî û leşkerî ji bo Kobanê, rê bê vekirin û heta xeteriya DAIŞ'ê bê beralîkirin, korîdora derbasbûnê ya ewle, vekirî bê hiştin.
-Pêwîste hikûmet dest ji kodên xwe yên dîrokî ku Kurdan mîna gefekê dibîne berde, kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê nas bike û bi wan re têkiliyê deyne.
-Pêwîste hikûmet tavilê dest ji hewldanên 'herêma ewle' ya ji bo tenêhiştina kantonên Rojava difikire bike, berde.
-Ji bo lidarketina Kongreya Neteweyî divê bi lezgînî gav werin avêtin û li dora stratejiyeke hevpar a parastinê kombûn pêk were.
-Ji bo alîkariya çekên giran û ji nû ve çêkiririna avahiyên ji ber pevçûnan xera bûye, di asta navneteweyî destekî alîkariyê bê dirêjkirin.
-Pêwîste dewlet, Neteweyên Yekbûyî û UNICEF tavilê bi Koordînasyona Kobanê re bikeve nava diyalogê û ji bo bi deh hezaran Kobaniyên koçber, alîkariya pêwîst pêşkêş bikin.
-Hikûmet divê li ser birîndaran bes polîtîkaya şantajê bike.
-Pêwîste qeydên Kobaniyan ên li cem AFAD'ê bi lezgînî bên temamkirin û xizmetên tenduristiyê ji her kesên hem li hundir hem jî li derveyî kampê re bê dayîn.
-Ji xizmetên tenduristiyê bên dayîn doktor bên wezîfedarkirin û kar û barên pêwîst di vî warî de werin kirin.
-Divê êdî ji Kobaniyan heqê derman û reçeteyê neyê stendin.
-Xizmeta ambûlansa hewayê ya ji bo veguhastina birîndaran li nexweşxaneyên derdorê û projeya Nexweşxaneya Sehra yên ji aliyê rêxistinên tenduristiyê ve hatin pêşniyarkirin, divê bi lezgînî bikevin meriyetê.
-Li gel xizmetên tenduristiyê divê ji bo Kobaniyan bernameyeke desteka psîko-sosyal jî bê dayîn.
-Wezareta Tenduristiyê pêwîste Kobaniyan li bernameya derziyê ya li tevahiya Tirkiyeyê tê meşandin, bicih bike û ji bo vê kampanya bide destpêkirin.
-Rêxistinên jinan ên li Kurdistan, Tirkiye û qada navneteweyî, ji bo jinên Kobaniyî yên travma şer jiyane, seferber bibin.
-Li konan, pêwîstî bi aktîvîstên jinan hene ku karibin bi hêsanî bi jinan re diyalogê deynin.
-Rewşa wargehên ji konan, divê li gorî şert û mercên zivistanê bên amadekirin, pirsgirêka germkirinê ya li wargehan bê çareserkirin.
-Li wargehan ji bo perwerdeya zarokan bi lezgînî pêwîstî bi dibistanên prefabrîk heye. Hewcehî bi mamosteyên dildar ên bi Kurdî dizanin jî heye. Lewma divê konên fitarê yên şaredariyên herêmê, destpêkê pêşkêşî xizmetên dibistan, kreş û civakî bên kirin.
-Divê li wargehên ji konan, projeya cihê şûştina kincan bikeve meriyetê."