Ji Biryargeha Şoreşger daxuyaniya 1’ê Gulanê

Biryargeha Şoreşger, têkildarî 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de peyamek weşand.

Biryargeha Şoreşger  têkildarî 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de peyamek weşand û got: “Em bang li hemû ciwanên şoreşger ên Tirkiyeyê, jin, karsaz, kedkaran dikin ku di mewziyên rêhevalên di perspektîfa şerê şoreşger de, cihê xwe bigirin.  Em hemû kesî vexwendî dikin ku bi vê perspektîfê Qada 1’ê Gulanê  sor bikin û Taksîmê bigirin dest.”

Biryargeha Şoreşger, têkildarî 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de peyamek bi dîmen weşand.

Di peyamê de wiha hate gotin:

“Hevalê Orhan Yilmazkaya ku di 2009’an de li Bostanci şehîd ket, li çiyayên Kurdistanê rêyek vekir, şiverêyek vekir. Di vê şiverêya ku vekir de, em şervanên Biryargeha Şoreşger dimeşin. Me sond xwar ku emê vê şiverêya wê mezin bikin. Ji ber vê yekê ala ku wî hişt, îro em li ser xaka Rojava, ji bo parastina Rojava hil didin. Sibê jî emê li metropolên Tirkiyeyê, ji bo şoreşa Tirkiyeyê hil bidin.  Bila gumana ti kesî tinebe. Bi saya berxwedana destanî ya rêheval Orhan ku di 2009’an de li Bostanci şehîd ket,  di 1’ê Gulanê de karkeran, kedkaran û ciwanên şoreşger yên Tirkiyeyê qada Taksîmê desteserkirin.  Ji ber ku berxwedana destanî ya Bostanciyê ji bo şoreşger, karker, kedkarên Tirkiyeyê bû morel û motîvasyonek mezin. Bi vê moral û motîvasyonê qada Taksîmê hat girtin. Em niha 2015’an de ne.  Dîsa 1’ê Gulanek din nêz dibe. Li aliyekî aliyên oportunîst, legalîst dixwazin karker, kedkar, şoreşgerên Tirkiyeyê bikişînin nava pergalê û têkoşîna çekdarî tasfiye bikin, li aliyê din jî têkoşîna şoreşgerên  a di xeta şerê şoreşger de didome.  Demokratîkbûna Tirkiyeyê û avakirina sosyalîzmê ancax bi têkoşîna çekdarî pêkane.  Ji ber vê jî têkoşîna me tenê li dijî dewleta TC, di heman demê de li dijî oportunîzm û reformîzeyê ye. Em bang li hemû ciwan, jin, karker û edkarên şoreşger dikin ku di mewziyên rêhevalên din perspektîfa şerê şoreşger de cih bigirin.  Bi vê perspektîfê em qada 1’ê Gulanê sor bikin û qada Taksîmê bigirin dest.”