Ji Bîlgen peyama Qendîla Regaîbê

Alîkarê Hevserokên HDP'ê Ayhan Bîlgen, ku ji aliyê rejîma AKP-MHP'ê ve hat girtin, ji bo Qendîla Regaîbê peyameke nivîskî şand.

Bîlgen di peyama xwe de got, "Li hemberî dejenerebûn û rizîna civakî ya ku me ber bi wê ve dibin, têkoşîna rizgariyê ya li ser bingeha bihistyarî û hevgirtinê, bi rûbirûbûneke xurt dikare pêk were."

Peyama Qendîla Regaîbê ya ku Alîkarê Hevserokên HDP'ê Ayhan Bîlgen ê di girtîgehê de şandiye, wisa ye:

"Di warê manewî de roj û şevên ku wateyeke taybet li wan hatine bar kirin, bi qasî ku bibin wesîleya mûhasebe û mûrakebeyê dikarin bi qîmet bin, di jiyana me ya civakî de bi qasî ku karibe destpêkirinên bi xêr bike, firsend û delîve ne.

Li hemberî dejenerebûn û rizîna civakî ya ku me ber bi wê ve dibin, têkoşîna rizgariyê ya li ser bingeha bihistyarî û hevgirtinê, bi rûbirûbûneke xurt dikare pêk were.

Ji bo ku cîhana me ya baweriyê ji îstîsmar, komparêzî û şer derkeve;  nirxên me yên moral karibin aştî, aramî û azadiyê ava bikin, beriya her tiştî ev tişt peywir û berpirsariya bawermendan e.

Bi hêviya ku Sê Meh û Qendîla Regaîbê bibe wesîleya bidawîhatina zilm û neheqiyê, ez diayên xêrê dikim."