Ji ber vîrûsê li Tirkiyeyê 9 kes mirin

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirk Fahretîn Koca ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 311 kes bi vîrûsê ketine û heta niha 9 kes jî mirine.

Koca yê li ser hesabê xwe yê fermî Twîtterê daxuyaniyek da got: “Di nava 24 saetên dawî de li ser 3 hezar û 656 kesên bi guman test hate kirin û ji van jî 311 testên wan pozîtîf derket. Hejmara nexweşên me jî bi vê gihişte 670 kesî.

Koca bi domdarî got: “Me 5 nexweşên xwe yên bendena wan lewaz û kal winda kir. Bi awayekî giştî heta niha 9 kes mirine. Hemû jî kal in. Em kalên xwe biparêzin.

Ev dane jî dide nîşandan ku di nava 24 saetan de hejmar bûye du qat.

Duh 161 kes bi vîrûsê ketibû û bi giştî hejmar gihiştibû 256'an. Hejmara miriyan jî 4 bûn.

Li Tirkiyeyê cara yekem kesê bi vîrûsê ketibû 19’ê Adarê hatibû ragihandin. 16’ê Adarê jî ev hejmar gihiştibû 18’an û her roja çû zêdetir bû.