Ji ber tinebûnê, ber bi modêleke mînakdar: Şoreşa 19'ê Tîrmehê - 1
Ji ber tinebûnê, ber bi modêleke mînakdar: Şoreşa 19'ê Tîrmehê - 1
Ji ber tinebûnê, ber bi modêleke mînakdar: Şoreşa 19'ê Tîrmehê - 1
Li Rojavayê Kurdistanê, pêvajoya şoreşê ya di 19'ê Tîrmeha sala 2012'an de bi bajarê Kobanê destpê kir û gel dest danî ser tevahiya bajarên Rojava, sala xwe ya yekemîn li dû xwe hişt. Kurdan, bi ronahiya felsefaya "Netewa Demokratîk" weke hêza sêyemîn xwe bi cîhanê da qebûlkirin û niha jî bi avakirina pergala "Xweseriya Demokratîk" a bersiva vê felsefeyê li qada siyasetê ye, ji bo gelên herêmê bû mînak.
Li Sûriyê, pêvajoya şoreşê ya ji aliyê gel ve hat destpêkirin, ji ber destwerdanên hêzên derve di sala sêyemîn de veguherî şerê mezhebî yê hîn bêtir rê li ber wêranî, mirin û trajediya mirovahiyê vekir. Li Rojavayê Kurdistanê jî, di nava şoreşê de şoreş hat jiyîn. Pêvajoya şoreşê ya di 19'ê Tîrmeha sala 2012'an de li Kobanê destpê kir û bi destdayîna gel a li ser rêveberiyêh hemû bajaran dewam kir, sala xwe ya yekemîn li dû xwe hişt. Bi vê şoreşê re, gelê ku li ber mirinê bû, hebûna xwe ji nû ve da qebûlkirini tevî zextên giran û ambargoyan li her qada jiyanê sazîbûna xwe ava kir û pergaleke ku tê de hemû reng û deng dikare xwe bîne ziman, afirand.
Başe, gelo li Sûriyeya ku ji ber şerê zilmkarî yên hêzên cîhanê talan û wêranî rû dida, li Rojavayê Kurdistanê şert û mercên rê li ber pêvajoyeke weha vekir çi bûn?
Şert û mercên şoreşê
Pêvajoya "Bihara Gelan" a weke "Bihara Ereb" jî tê naskirin, ku di sala 2010'an de li Tûnisê destpê kir, li Misir û Lîbyayê dewam kir, bandora xwe li Sûriyê jî kir. Şoreşa gel a Sûriyê ya di 26'ê Çileya sala 2011'an de destpê kir, lê dema rastîn a destpêkirina wê 15'ê Adara sala 2011'an e, li gelemperiya welêt belav bû. Di vê demê de, Emerîka, Ewropa, Rûsya û Çîn, dewletên herêmê yên bi van hêzên ve girêdayî Tirkiye û Îran, di çarçoveya berjewendiyên xwe de polîtîka şopandin û li welêt jî, hêzên mûxalîf di bin navên cûda de xwe bi rêxistin kirin. 13 partiyên çep, 3 partiyên Kurd û şexsiyetên pêşeng ên din, di Îlona sala2011'an de di bin navê Komîteya Wekheviya Netewî (Heyet El Tensîq) hatin cem hev. Gelek leşkerên berê yên artêşa Sûriyê yên reviyan Tirkiyê, "Artêşa xwe ya Azad a Sûriyê" ava kirin. Piştî demekê, komên ji aliyê Erebîstan, Îran, Tirkiye û El Qaîdeyê ve hatin rêxistinkirin, tevlî vê artêşê bûn. Di 15'ê Îlona 2011'an de komeke mûxalîf li Stenbolê Meclîsa Netewî ya Sûriyê ava kirin. Vê koma ku rêbazên dijwariyê ji xwe re esas digirt, ji Tirkiyê jî piştgirî dît. Dîsa hêzên mûxalîf ên li paytexta Qatar Dohayê hatin cem hev, Koalîsyona Hêzên Netewî û Şoreşê ya Sûriyê ava kirin. Ev hemû hewldan di çarçoveya têkoşîna hêzên navnetewî ya li ser Sûriyê hatin meşandin û vê yekê rê li ber wêranî û şerên mezhebî vekir.
Ezmûna dehan salan
Vê pêvajoya li herêmê destpê kir, bandor xwe li Rojavayê Kurdistanê jî kir. Têkoşîn û berxwedana Kurdan a bi dehan salan a li dijî polîtîkayên tinekirin û înkarê, mirov dikarin bêjin ku ji "Bihara Gelan" re pêşengî kir. Ji xwe berxwedana li Rojavayê Kurdistanê di sala 2011'an de destpê nekir. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandora xwe li vî parçeyî jî kiribû û ezmûneke mezin a encama têkoşîna dehan salan derketibû holê. Di 12'ê Adara sala 2004'an de, berxwedana li dijî komkujiya rejîma Baas a li bajarê Qamişloyê, bûbû serdemeke dîrokî. Ji vê demê û pê ve, tevgera Kurd hîn bêtir giranî da qada civakî û parastinê û encamên girîng bi dest xist. Bingeha hêza parastina Rojavayê Kurdistanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ê hînê wê demê hat avêtin. Partiya herî mezin a siyasî ya herêmê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di vê demê de (2003) ava bû.
Biryara beşdariya çalak a li şoreşê
Destpêkirina serîhildana gel a li dijî rejîma Sûriyê, ji bo gelê Kurd firsendek afirandibû ku têkoşîna xwe derxîne asteke bilindtir. Bi pêvajoya şoreşê re tevgera Kurd biryar da bi awayekî çalak beşdarî şoreşê bibe. Lê belê ji ber dersên ji dîrokê girtin û nêrînên xwe yên siyasî, rêyeke ser bi xwe hilbijartin. Ji rejîm û hêzên mûxalîf xwe vegirtin û nîşan dan ku hêzeke çareseriyê ya sêyemîn in. Kurd di destpêkê de cihê xwe li nava meşên Înê de girtin. Li ser vê yekê rejîmê ji aliyekî ve û hêzên mûxalîf jî ji aliyê din ve hewl dan Kurdan bikişînin nava xwe û li hemberî hev bikar bînin. Dema ev dikirin jî, daxwazên Kurdan ên ji bo wergirtina mafê xwe jî bi gotina "piştî çareseriyê" red dikirin. Herdu aliyan, ji bo Kurdan bikişînin nava vî şerê bi kêrî kesî nayê, çi ji destê wan hat kirin. Hêzên mûxalîf PYD bi alîkarîdayîna rejîmê sûcdar kirin û rejîmê jî bi alîkarîdayîna hêzên mûxalîf tewanbar kir.
Rêya sêyemîn û hêza çareseriyê
Li gel biryardariya xwe ya beşdariya şoreşê, Kurdan li dijî nêzîkatiyên rejîm û mûxalîfan, ji bo yekitiya xwe ya siyasî ava bikin Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM9 û Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) ava kirin. 16 Partiyên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê jî, Encûmena Netewî ya Kurdên li Sûriyê (ENKS) ava kirin. Li dijî polîtîkayên înkarê bi pêşengiya TEV-DEM'ê çalakî hatin lidarxistin û meşên Înê yên li gelemperiya Sûriyê dihatin lidarxistin jî cara yekemîn li Rojavayê Kurdistanê li ser navê Kurdan destpê kirin. Li bajarê Efrînê yekemcar kûrsên zimanê Kurdî vebûn. Dîsa li bajaran meclîsên gel hatin avakirin, xizmetên berê li ser navê saziyên dewletê ve dihatin kirin, êdî ji aliyê gel bi xwe ve hatin kirin, mazot hat belavkirin û kolan hatin paqijkirin. Ciwanên Kurd cara yekemîn ketin dibistanên seretayî, navendî û amadeyî yên dewletê û dersên bi Kurdî dan. Saziya Zimanê Kurdî (SZK) di vê demê de ava bû.
Hêza Parastinê ava bû
Kurdan ji aliyekî ve sekneke siyasî nîşan da, ji aliyê din ve jî giranî da tenduristî û parastinê û ber bi sazîbûnê ve çûn. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku di sala 2004'an de bingeha wê hat danîn, di sala 2011'an de bi awayekî fermî îlan bû. Piştî îlana fermî, li qada parastinê gavên girîng hatin avêtin û li gelemperiya Rojavayê Kurdistanê yekîneyên ser bi YPG'ê ve bicih bûn.
Şoreşa 19'ê Tîrmehê
Kurdan ji aliyekî ve bi berxwedanê xwe ji şerê qirêj vedigirt, ji aliyê din ve jî pêwistiya siyaseta xwe ya serbixwe bicih dianîn. Gelê Rojavayê Kurdistanê di 19'ê Tîrmeha sala 2012'an de di nava şoreşê de şoreş kir û dest danî ser rêveberiyên bajaran. Tevgera Kurd bi vê armancê stratejiyek ji sê qonaxan şopand; di qonaxa yekemÎn de gund û qadên bejahî yên ser bi bajaran hatin desteserkirin, di qonaxa duyemîn de dest danîn ser saziyên sivîl û xizmetê yên ser bi dewletê ve. Û di qonaxa duyemîn de jî dest danî ser tevahiya bajaran.
Roja 18'ê Tîrmehê, di dema civîna krîzê ya li paytexta Sûriyê Şamê bi beşdariya payebilindên hemû saziyên bi bandor ên rejîmê de, teqînekê rû da û di encamê de beşeke mezin a payebilindên rêveberiya rejîmê mirin. Êvara 19'ê Tîrmehê jî Artêşa Azad a Sûriyê (AAS) bajarên Minbci û Cerablûs ên navbera Kobanê û Helebê de bi dest xist. Van bûyeran lez dan xebatên Kurdan ji bo derbasî qonaxa sêyemîn bibin. Di 19'ê Tîrmehê de li Kobanê bi beşdariya gel re, hêzên rejîmê ji bajêr hatin derxistin. Li dû Kobanê Efrîn, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê û Tiltemîrê, gel dest danî ser rêveberiyê. Her weha li bajarên Sûriyê Heleb, Reqqa û Hesekê jî, ji taxên Kurdan hêzên rejîmê hatin derxistin. Vê pêvajoyê 2-3 mehan dewam kir. Li bajarê herî mezin ê herêmê li Qamişloyê herçend hêzên rejîmê hînê ji sedî sed nehatine derxistin û bi tenê çend avahiyên dewletê di destê rejîmê de hebe jî, rêveberî hemû di destê gel de ye.
Bi vî rengî meha Tîrmehê ji bo Kurdan bû destpêka serdemeke dîrokî. Ji xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 2'ê Tîrmeha sala 1979'an de ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibû û di têkoşîna azadiyê ya Kurd de ku îro rê li ber ewçend deskevtiyan vekir, destpêkeke dîrokî pêk anî bû. Dîsa di 14'ê Tîrmeha sala 1982'an de ji pêşengên PKK'ê M. Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek li zîndana Amedê li dijî êşkence, zext û polîtîkayên tinekirinê dest bi çalakiya rojiya mirinê ya mezin kiribûn û jiyana xwe ji dest dabûn. Vê berxwedanê di têkoşîna azadiyê ya Kurd de rûpeleke nû vekiribû, li çar aliyên Kurdistanê belav bûbû û qêrîna Kurdan bi cîhanê ve dabû bihîstin.
Sibê: Li Rojavayê Kurdistanê ber bi pergala xweseriyê ve