Ji ber polîtîkaya penaberiyê doz li Trûmp hate vekirin
Di serî de New York, Calîfornîa û Washîngtonê, li 17 eyaletên DYA’yê, dozgeran ji ber polîtîkaya penaberan a “Der-zagonî û xedar” a Trûmp, doz li rêveberiya DYA’yê vekir.
Di serî de New York, Calîfornîa û Washîngtonê, li 17 eyaletên DYA’yê, dozgeran ji ber polîtîkaya penaberan a “Der-zagonî û xedar” a Trûmp, doz li rêveberiya DYA’yê vekir.
Di dosyaya dozê de ya ji 128 rûpelan pêk tê û ji bo Dadgeha Herêma Seattle hatî pêşkêşkirin, hate gotin ku Trûmp, mafên wekhevî, îltîcaya federalî û mafê statuyê yên di destûra bingehîn a DYA’yê de cih digirin binpê kirine.
Serdozgera New Yorkê Barbara Ûnderwood, di daxuyaniya dayî de derbirand ku, “Veqetandina zarokan a ji malbatên wan, sûcekî mirovahiyê ye, bê wijdanî û der zagonî ye. Em jî ji bo ku vê rawestînin doz vedikin.”
Dozger Ûnderwood got, "Rêveberiya Trûmp, zarokan ji dê û bavê wan diqetîne û dîşîne cihên gelek dûr. Ev jî di zarokan de dibe sedema travmayên gelek kûr. Welatê me, ne welatekî wiha ye. Em nikarin bibin temaşevan ku rêveberiya Trûmp, makezagonê û mafê me binpê bike.”
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Trûmp, li ser nerazîbûna li tevahiya welêt û welatên cîhanê hatî, biryarnameyeke ku zarokan ji malbatên wan diqetîne qedexe dike mohr kiribû.
DYA jî tê de, ji bo dawî li vê sepandina ku rê li ber nerazîbûna tevahiya cîhanê vekiribû bîne, kongreya DYA’yê jî ketibû nava liv û tevgerê.