Ji ber koronavîrusê Newroz hate betalkirin

Hate diyarkirin ku Cejna Newrozê ya ku bi girseyî dihate pîrozkirin ji ber koronavîrusê hatiye betalkirin.

Partî û pêkhateyên di Xebata Tifaqa Kurdistanî de cih digirin, diyar kirin ku Cejna Newrozê ji ber koronavîrusê hatiye betalkirin.

Nûnerên KCD, TJA, DBP, HDP, Partiya Azadî, DDKD, PÎA, KKP, KDP-Bakur derbarê Cejna Newrozê ya di 21’ê Adarê de li avahiya KCD’ê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate diyakirin ku Cejna Newrozê ya ku bi girseyî dihate pîrozkirin, ji ber koronavîrusê hatiye betalkirin.

Di daxuyaniya ji bo Newrozê de ev tişt hate diyarkirin

“Wekî ku tê zanîn di 11’ê Adara 2020’an de me daxuyaniyeke hevpar dabû û diyar kiribû me ji bo Cejna Newrozê ya bi coş û heybet xebatên xwe yên amadekariyê daye destpêkirin.

Lê ji ber rastiya koronavîrusê ya ku li hemberî mirovayetiyê bûye gefeke mezin, em bi partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl re, du roj in nîqaşan dikin.

Piştî nîqaşan derket holê ku li Tirkiyeyê jî vîrusa koronayê hatiye tespîtkirin û li gorî me tendirustiya gelan li ser her tiştî ye, ji ber vê jî me biryar da ku betalkirina pîrozbahiyên Cejna Newrozê wê gelekî girîng be.

Em ji gelê xwe û ji civaka navneteweyî re radigihînin ku çalakiyên girseî yên Cejna Newroza 2020’an hatine betalkirin.”