Ji ber 'Kerkuk-Ceyhanê' 1.4 milyar dolar ceza li Tirkiyeyê hate birîn

Dadgeha Tehkîmê ya Navneteweyî ku navenda wê li Parîsê ye, biryar da ku peymana petrolê ya navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê ya Federal îllegal e, lewma Enqere bi dayina 1.4 milyar dolar tazmînatê mehkûm kir.

Piştî biryara 'binpêkirinê' ya Dadgeha Tehkîmê ya Navneteweyî, herikîna petrola Başûrê Kurdistanê ya ber bi Tirkiyeyê ve dawiya hefteyê hatibû rawestandin.

Buroya Iraqê ku ji firotina petrola ber bi Ceyhanê ve berpirsyar e, ragihandibû ku herikîna petrolê roja Şemiyê bi dema herêmî saet di 12:35'an de hatiye rawestandin.

Dadgeha Tehkîmê ya Navneteweyî ku navenda wê li Parîsê ye, di nakokiya navbera Herêma Kurdistanê ya Federal û Bexdayê de ya li ser firotina petrolê, maf dabû Iraqê.

Dadgeha Tehkîmê biryar da ku Wezareta Petrolê ya Iraqê bi rêya şîrketa petrolê ya dewletê SOMO 'yekane sazî ye ku xwedî erka firotina petrolê ya bi rêya bendergeha Tirk a Ceyhanê ye."

Hikumeta navendî doza tazmînatê ya ji bo 30 milyar dolarî vekiribû û dadgehê jî biryar da, ku Tirkiye 1.4 milyar dolar tazmînatê bide hikumeta Bexdayê.

Biryara dadgehê têkildarî dema navbera salên 2014-2018'an a firotina petrolê ye. Doza têkildarî firotina petrolê ya dema navbera salên 2018-2023'an jî dewam dike.