Ji ber erdheja Îzmîrê gelek avahî hilweşiyan
Li navçeya Seferîhîsar a Îzmîrê bi pileya 6.6 erd hejiya.
Li navçeya Seferîhîsar a Îzmîrê bi pileya 6.6 erd hejiya.
Li Îzmîrê li saet 14:51’an ku navenda wê navçeya Seferîhîsar bi pileya 6,6 erd hejiya. Erdhej li herêma Ege û Marmarayê li gelek bajaran hate hîskirin. Di dema erd hejînê de welatî bi tirs ji cihên kar û malên xwe derketin.
Erdheja ku nêzî 30 saniye dom kir, li Bayarakli û Bûca gelek mal hilweşiyan, ziyan gihişte gelek malan jî.