'Ji ber Covîd-19 û şer neçin Tirkiyeyê'

Komîteya Tenduristiyê ya KCDK-E'yê bang kir, ku ji ber şewba Covîd-19 û şer kes ji bo betlaneyê neçin Tirkiyeyê.

Komîteya Tenduristiyê ya KCDK-E'yê bi daxuyaniyekê bi bîr xist ku di serî de ELmanya li gelek welatên Ewropayê bi ketina betlaneyê ya dibistanan re dema bêhnvedanê dest pê kiriye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi hesreta welêt û hesreta malbatên li wir dimînin, gelek mirovên me di vê demê de amadekariyê dikin ku biçin Kurdistanê. Lê belê sala 2020'an ji ber şewba Covîd-19 ji salên bihurî cudatir e.

Her wiha dewleta Tirk li çar parçeyên Kurdistanê li dijî gelê me şer dike, ku ev yek sedema sereke ye ji bo mirov neçin Tirkiyeyê."

Komîteya Tenduristiyê ya KCDK-E'yê li gel vê yekê bal kişand ser şert û mercên şewba Covîd-19 û bang li gel kir ku li Tirkiyeyê bêhnê venedin.