Ji BDP’ê bo rapora Roboskê şerh

Ji BDP’ê bo rapora Roboskê şerh

BDP’ê şerh danî ser rapora ku der barê Komkujiya Roboskê de hatibû amade kirin.Parlamenterê BDP’ê Ertugrul Kurkçu diyar kir ku, rapora Roboskê pir xerab hatiye amade kirin. Kurkçu da zanîn ku, divê rapor ji aliyê Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan bê red kirin û divê pêngaveke baş bavêje û xwe bilind bike asta Komîsyona Heqîqetê.

Kurkçu got: “Di dema hevdîtina raporê ya bi komîsyona jê re hat gotin ku, di komkujiyê de qest tuneye û  ev ligel ku li dijî daxuyaniyên Fermandariya giştîne, ne mumkune ku bi aqil bê îzah kirin. Balafirên tirk ev ref bi qesta tunekirinê hedef girtiye û nêzî saetekî  çar caran li vî refî xistiye û 34 kesên bê guneh hatine tunekirin.” Kurkçu da zanîn ku, armanca raporê ewe ku komkujiyê veşêre û got: “Kîjan otorîteyê tevgera organîze kir? kê dîmenên balafirên hewayî yên bê mirov şîrove kir? Kê fermana lê bixe da?

Kurkçu di berdewamiya axaftina xwe de Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan divê raporê komîsyona binî red bike û divê komîsyon pêngaveke baş bavêje û xwe bigihîne merhaleya Komîsyona heqîqetê.

 Kurkçu şerha muxalefetê danî ser rapora ku ji aliyê Komîsyona Jêr ya Qilabanê. Kurkçu der barê mijarê de wihagot: “Komîsyona ku bo lêkolîna komkujiya Roboskê hat avakirin ev salek û nîv bû dixebitî û gihiştiye encama herî xerab. Vê komîsyonê mixabin bersiva tu pirsekî ku divê bihata ronîkirin aşkera nekir.  Her wiha gelê Roboskê hat sûcdakirin û li şûna ku kujer bên darizandin gundiyên Roboskê hatin sûcdarkirin.

Kurkçu da zanîn ku, di dawiya raporê de komkujî li aliyekê hatiye hiştin û têkoşîna bi kaçaxvaniyê re kirine mijar. Kurkçu da zanîn ku tu aliyê vê yê mirovahiyê tuneye û nayê qebûlkirin.